Hevserokê Meclîsa Reqqayê hate kuştin!

Hevserokê Meclîsa Reqqayê hate kuştin!

Rêveberê PYDê û Hevserokê Meclisa Sivîl ya Reqayê Omer Eluşî li mala xwe ya li Til Ebyadê di encama suîqesdekê de hat kuştin.

A+A-

Rêveberê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Til Ebyadê Xalid Kute ji Spûtnîkê re ragihand ku Hevserokê Meclisa Sivîl ya Reqayê Omer Eluşî duhî li mala xwe dema di xew de bû hatiye kuştin.

Rêveberê PYDê û hevserokê Meclisa Sivîl ya Reqayê Eluşî duhî bi şev saet li dora 11 û nîvan li mala xwe ya li Til Ebyadê bi 7 guleyan hatiye kuştin. Hate zanîn ku ji ber ku kes dengê çekan nebihîze guleyên bêdeng hatine bikaranîn û vê sibehê kuştina Eluşî hate ragihandin.

Asayîşa Til Ebyadê li dora mala Eluşî lêpirsîneke berfireh da destpêkirin û herwiha têketin û derketina Til Ebyadê kontrol dike.

Eluşî ji Kobaniyê bû û demekê Berpirsê Komîteya Karên Derve ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) kiribû herî dawî Hevserokatiya Meclisa Sivîl ya Reqayê dikir.

Hêjayî gotinê ye ku berî niha Eluşî li Kobaniyê û Til Ebyadê ji êrişên DAIŞê xilas bûbû û hergav di hedefa DAIŞê bû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin