Hevserokê DBPê Mehmet Ali Arslan li Amedê hate binçavkirin

Hevserokê DBPê Mehmet Ali Arslan li Amedê hate binçavkirin

Piştî 2emîn Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya li Amedê Hevserokê (DBP) Mehmet Ali Arslan li ber avahîya navenda DBPya Amedê ji ber hevpeyvîn û parvekirinên xwe yên derbarê Efrînê de hat binçavkirin.

A+A-

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) Mehmet Ali Aslan di axaftina xwe ya îro ya  2emîn Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya li Amedê de operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê rexne kiribû û gotibû "Êrişa û dagirkirina Efrînê, li dijî xwebirêveberina kurdan e. Efrîn dilê kurd û Kurdistanê ye."

Li gorî agahiya hat bi destxistin Arslan, ji ber hevpeyvîna xwe ya rojnameya Evrenselê û parvekirinên li ser medyaya civakî yên têkildarî Efrînê hatîye binçavkirin. Polisan Aslan birin TEMa Midurîyeta Ewlehiyê a Amedê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin