Hevseroka KCDê Leyla Guven hat girtin   

Hevseroka KCDê Leyla Guven hat girtin  

.

A+A-

Dadgehê bi tohmeta “rêvebera rêxistinê ye” 22 sal û 3 meh ceza da Hevseroka KCDê Leyla Guven û biryara girtinê derxist. Di çarçoveya cezayê lê hat birîn de, Leyla Guven hat girtin.

 Keça Leyla Guven rojnameger Sebia Temizkan, ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî aşkere kir ku diya wê hatiye girtin.

Ji ber hin dozên berê yên derbarê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de, do li danişîna Dadgeha Cezayê Giran a 9an a Diyarbekirê 22 sal û 3 meh ceza lê hat birîn. Piştî dadgehê biryara girtinê da, polîs bi şev çûbûn mala Guvenê ya li navçeya Peyas a Amedê û ew desteser kiribûn.  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin