Hevseroka Giştî ya SESê Selma Atabey hatiye girtin

Hevseroka Giştî ya SESê Selma Atabey hatiye girtin

.

A+A-

Dozgerê Doza Kobaniyê Ahmet Altûn li dijî rêveberên Sendîkaya Kedkarên Xizmetguzariya Tenduristiyê û Civakî (SES) doz vekiribû û Hevseroka Sendîkaê Selma Atabey ji ber vê dozê, hatiye girtin.

Danişîna duyem a doza ku li dijî 8 rêveberên Sendîkaya Kedkarên Xizmetguzariya Tenduristiyê û Civakî (SES) hatibû vekirin, duh li Dadgeha 22yê ya Cezayê Giran a Enqereyê pêk hatiye.

Hevseroka berê ya SESê Gonul Erden ji ber vê dozê girtî ye û Hevseroka nû Selma Atabey jî ji ber vê dozê tê dadgehkirin. Tevî herdu hevserokan 8 rêveberên sendîkayê bi tohmeta ku "endamên rêxistinê ne", "rêxistin birêve birine" û "propagandaya rêxistinê kirine" tên dadgehkirin.  

Delegasyoneke navnetejî ji Federasyona Sendîkayên Xizmetguzariya Civakî ya Ewropayê (EPSU), Parlamenterê Êlihê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Necdet Îpekyuz, rêveberên rêxistina bajarê Enqereyê yên HDPyê, Hevserokê Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Dewletê, nûnerên sendîkayên bi KESKê ve girêdayî ne û endam û rêveberên rêxistinên girseyî yên demokratîk jî di nav de gelek kes beşdarî danişînê bûne. 

Heyetê biryara girtinê daye 

Duh li şahidah hatiye guhdarkirin û piştî sendîkavan û parêzerên wan axivîne, heyeta dadgehê biryarên xwe yên demkî aşkere kiriye. Li gorî van biryaran, Hevseroka berê ya SESê Gonul Erdena girtî nehatiye berdan, Hevseroka Giştî ya SESê Selma Atabey hatiye girtin û biryara tedbîrên kontrola edlî ya li ser rêveberên din ên sendîkayê yên bêyî ku bên girtin, dihatin dadgehkirin, wê dewam bike. Dadgehkirin wê 3yê Çiriya Pêşiyê dewam bike.  

Piştî danişînê, beşdaran slogana "Zext wê nikaribe me ji rêya me vegerînin" avêtine û bi çepikan biryar protesto kirine. Li dijî midaxeleya polîsan derketine û biryara dadgehê bi rengekî girseyî şermezar kirine. 

Navende Giştî ya EPSUyê, li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşandiye û girtina Atabeyê û zextên li ser sendîkayê protesto kiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin