Hevşaredarên Pasûrê hatine tehlîyekirin

Hevşaredarên Pasûrê hatine tehlîyekirin

Hevşaredarên Pasûrê û sê karmendên şaredarîyê hatine tehlîyekirin. Piştî bombeyek teqîyabû û heft kes miribûn, hevşaredar û karmend hatibûn girtin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Hevşaredarên Pasûrê, Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay û sê karmendên şaredarîyê hatine tehlîyekirin. Li şûna hevşaredaran qeyûm hatibû tayînkirin.

Di 12ê Îlonê de li gundê Beyrokê yê navçeyê teqînek pêk hatibû û 7 kes miribûn, 13 kes jî birîndar bûbûn. Li ser vê bûyerê hevşaredar hatibûn desteserkirin û di 17ê Îlonê de jî hatibûn girtin.

Piştî teqînê doz li Hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ayê, karmendê şaredarîyê Şener Aktaş û Hevserokê HDPyê yê Pasûrê Abidin Karaman, Namzetê Şaredarîyê yê Pasûrê yê ku Desteya Bilind a Hilbijartinê namzetîya wî qebûl nekiribû Mehmet Emîn Ay, endamê Meclîsa Şaredarîyê yê Pasûrê Yucel Çete û operatorê wesayita karî Umît Fîdanî hatibû vekirin.

Duh danişîna yekem a dozê li 9em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi rê ve çûye.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê dadgehê Taş, Ay, Karaman, Aktaş û Ay bi şertê kontrola edlî serbest hiştîye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin