HEVPEYVÎN: HDP xizmetên mezin ji çepên tirkan re dike

HEVPEYVÎN: HDP xizmetên mezin ji çepên tirkan re dike

Alî Ziver Çakî, Kerem Bingol û Mirza Akar beşdarî bernameya “Dengê Berbijêran” a taybet ji bo hilbijartinên şaredariyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bûn

A+A-

Berbijêrê Serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat ê Mûşê Alî Ziver Çakî, Berdevekê berê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Mûşê Kerem Bingol û çalakvan Mirza Akar beşdarî bernameya “Dengê Berbijêran” a taybet ji bo hilbijartinên şaredariyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bûn û têde behsa hilbijartinên 31ê Adarê kirin.

 

Berbijêrê Serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat ê Mûşê Alî Ziver Çakî, ku Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalist a Kurdistanê (PSK) piştevaniya wî dikin diyar kir ku ew ji malabeteke naskirî ya Mûşê ye heta niha wan xizmeta gelê xwe kiriye û ew jî dixwaze li ser wê rêye berdewam be.

Alî Ziver Çakî wiha got: “Cihê Kurdan li di nav AKP, CHP û MHPê de nîne. Ez ji bo bikarin ji Kudan re bikarin xizmetê bikin bûme berbijêrê Tifaqa Welatperwer û Demokrat ê Mûşê.”

Çakî destnîşan kir ku ew ji ber kêmasiyên HDPê li wê partiyê nebûye berbijêr û wiha pê de çû: “Mafê Kurdan li Tifaqa Welatperwer û Demokrat tê parastin û xwestin. Ev dengê Kurdan e. Em dixwazin rêyeke nû ji Kurdan vekin. Weke hûn jî dizanin HDPê xizmeteke mezin ji çepên Tirkan re dike. Îro dema ku em temeşe dikin kesên canê xwe didin û bedelê didin zarokên Kurdan in, lê kesên bi sayan wan mezin dibin jî Tirk in. Em êdî naxwazin ciwanên me werin kuştin.”

 

Berdevekê berê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Mûşê Kerem Bingol berevajiyê Alî Ziver Çakî got ku HDP teqez partiyeke Kurdan e, û wiha pê de çû: “HDP ji gelê Kurd re xizmetê dike û di vê rêyê de ked û bedela wê heye.”

Kerem Bingol anî ziman ku helwesta Tifaqa Welatperwer û Demokrat kêrî AK Partiyê tê, ji ber ku ew dengên HDPê distînin.

Mirza Akar jî got ku kî bibêje HDP partiyeke Kurdistanî ye ew heqaretê li wan dikin û wiha pê de çû: “Rêveberiya HDPê di destê Tirkan de ye. 60 parlamenterên wan hene ji wan 48 Tirk in. HDP bi xwe dibêje ew partiyeke Tirkiyî ye. Herwiha di nav bernameya wê de ji bo xelkê Filîstinê çareseriyeke lê ji bo mafê çarenûsa Kurdan tişteke nabêje. Li Bakurê Kurdistanê yek Kurd nîne bedel neda be.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin