Hevpeyvîn bi Zalmay Xelîlzad re

Hevpeyvîn bi Zalmay Xelîlzad re

Balyozê berê yê Amerîka li Iraqê Zalmay Xelîlzad di vê hevpeyvînê de behsa gelek mijarên şerê DAIŞê dike û dibêje divê çek û alîkarî ji hêla civaka navneteweyî zûtir bigihîjin destê Hêzên Pêşmerge

A+A-

Balyozê berê yê Amerîka li Iraqê Zalmay Xelîlzad di vê hevpeyvînê de behsa gelek mijarên şerê DAIŞê dike û dibêje divê çek û alîkarî ji hêla civaka navneteweyî zûtir bigihîjin destê Hêzên Pêşmerge.

Rûdaw: Amerîkayê di demeke kurt de rêjîma Sedam Hisên hilweşand, lê çima di şerê dijî DAIŞê de sist e?

Zalmay Xelîlzad: DAIŞ gefeke leşkerî ya mezin e. Barê civaka navneteweyî giran e. Kurdistan û Pêşmerge bi roleke sereke di şerê dijî DAIŞê de radibin. Lewma jî hêjayî piştgirî û alîkariyê ne ji hêla civaka navneteweyî. Alîkarî heye lê divê bê zêdekirin. Bi dîtina min, divê çek û keresteyên leşkerî di cî de ji Hêzên Pêşmerge re bên hinartin. Amerîka dizane pêdiviyên Pêşmerge çi ne. Pêşmergeyan hejmareke pir zêde ya cangoriyan dane.

Tu lihevkirina Bexda û Hewlêrê çawa dibînî?

Peymana Herêma Kurdistan û Bexdayê erênî ye. Lê divê em li benda cîbicîkirina wê bimînin. Dixuye ku birêz Ebadî serkirdekî baş e û dixwaze kêşeyan çareser bike. Lê gelo ewê bikare hemû arîşeyan çareser bike? Amerîka beşdar bû di lihevanîna Hewlêr û Bexdayê de û pir bi vê lihevkirinê kêfxweş e jî.

Pêşmerge gazinan dikin ku hevkariyên leşkerî yên welatên hevpeyman ne di asta pêwist de ne û daxwaza çekên giran dikin?

Derbarê alîkariyên aborî bo Herêma Kurdistanê, di vê demê de sînordar bû bi dana çek û teqemeniyan bêyî pere. Kurdistan ne neçar e pereyekî li şûna wan çek û teqemeniyan bide ku digihîjin destê Pêşmerge. Lê divê Iraq pereyên çek û teqemeniyan bide. Kurdistan çek û teqemeniyan belaş werdigre. Çimkî Kurdistan li şûna hemû cîhanê, şerê DAIŞê dike.

Tu çi li ser serxwebûna Kurdistanê dibêjîn

Mafê gelê kurd heye ku biryarê li ser çarenûsa xwe bide. Lê di destûra Iraqê de kurdan biryar daye ku bi şêweyekî azad beşek ji Iraqê bin. Di destûra Iraqê de, herdu desthilatên Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî bi zelalî hatine destnîşankirin. Hinek helwest ji aliyê hinek siyasetvanên iraqî hebûn ku divê desthilata navendî bê bihêzkirin.

Eger sîstema federalî bo xelkê Iraqê kar neke, nexasim bo kurdan, bijarteyên din ji aliyê serkirdatiya kurd li ber çav tên girtin. Bi riya wê peymana ku derketiye holê, hêviyek heye ku sîstema federalî li Kurdistan û seranserê Iraqê bihêz bibe.

Eger destûr neyê bicihkirin, mijara serxwebûnê derdikeve holê. Niha ligel gefa DAIŞê û hikûmeta Ebadî ku dixwaze piralî be û pesend kiriye ku Iraq bêhtir ne navendî be, dîsa çav li ser federalîzmê ne ka gelo dikare pêk bê.

Bi baweriya min, civaka navneteweyî û her kes fam dike ku Kurdistan dixwaze bigihe kîjan cihî. Nexasim dema rê li ber federalîzmê bê girtin û dîsa hewldan bê kirin da desthlatdarî bê monopolkirin.

Piştî şerê DAIŞê careke din meseleya mîlîs û komên çekdar li Iraqê derketiye holê?

Dibe ku ev bibe sedemê derketina pirsgirêkan. Lê hêzeke bergiriya niştimanî li navçeyên sunnî heye da bergiriya şêniyên wan navçeyan bike. Lê niha gelek komên çekdar hene ku li deverên şîeyan çalak in.

Van koman qebûl kiriye ku wek hêzên parêzvan ên van navçeyan kar bikin. Her navçeyekê hêza xwe ya bergiriyê heye. Hikûmeta navendî dikare sûdê ji van hêzan bibîne û wan bike hêzeke niştimanî ya pîşeger.

Lê eger wiha nebû û komên çekdar wek xwe bimînin û li tenişta şerê DAIŞê, li ser pere û desthilatê şerê hevdu jî bikin wê ziyaneke mezin bigihîje Iraq û Kurdistanê.

Niha hizra sereke damezrandina hêzeke bergiriyê ya navçeyî ye bo her parêzgehekê da DAIŞê ji wan navçeyan biqewitînin. Ev hizreke baş e. Lê dîroka komên çekdar li hinek navçeyên wek Afganistanê vê yekê dipeyitînin.

Piştî ku komên çekdar dijî Sovyêtê şer kirin, nakokî di navbera wan de derketin û şerê hevdu kirin Kabula paytexta Afganistanê wêran kirin. Lê hêvî heye ku mîlîsên Iraqê birêxistin bên kirin, ango li her parêzgehekê wek nobedarên niştimanî yên parêzgeha xwe bimînin. Divê hemû iraqî ji rola siberojê ya komên çekdar dilgiran bin.

Piştî hatina DAIŞê, artêşa Iraqê çawa dikare bê rêkxistin?

Hewldanek heye da ku artêşa Iraqê li gorî ezmûna berê bê rêkxistin. Lê hizr ew e ku artêşa Iraqê biçûktir bibe. Amerîka pabend e ku alîkariya wê artêşê bike. Li gorî Amerîkayê, baş e ku artêşa Iraqê bê rêkxistin.

Herêma Kurdistanê jî pêwist e reformê di hêzên xwe yên ewlekariyê de pêk bîne û wan bike yek û nûjen bike. Hêzên Pêşmerge berevajî artêşa Iraqê derketin û li Mûsilê şer kirin. Pêşmerge nereviyan û ji hev veneqetiyan. Lê dîsa jî divê Pêşmerge hevgirtî, profesyonel û modern bin.

Erkê hêzên Pêşmerge divê ne tenê dabînkirina ewlekariya axa Herêma Kurdistanê wek mînak ji destê neyarên wek DAIŞê be, lê divê Pêşmerge parêzvanên milk û mal û samanên vê herêmê bin ji destê terorîstan. Divê ew ziyanên zor ku di şerê DAIŞê de gihîştine hêzên Pêşmerge bên ravekirin. Tevî ku şer didome jî, lê divê reform her berdewam bin.

Hinek serkirdên îranî gotin Hewlêr li ber ketinê bû, mîlîsên şîe û hêzên wan Hewlêr parastin. Amerîka rola Îranê di şerê li dijî DAIŞê de çawa dibîne?

Min gelek daxuyanî xwendine li ser rola Îranê di Iraqê de. Lê giring e ku rola Amerîkayê bê destnîşankirin û pesindan. Kurd û cîhan jî dizanin rola Amerîkayê çi bû dema ku DAIŞê êrişî Mexmûr û Gwêrê kir.

Lê Amerîka alîkariya kurdan kir da ku hêzên xwe rêk bixin û DAIŞê bi paş de bibin. Hêzên hewayî yên Amerîkayê bi roleke mezin di vî şerî de radibin.

Amerîka rola Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de çawa dinirxîne?

Ew qurbaniyên mezin ku Pêşmergeyan dane, ango şehîdketina bêhtirî 800 Pêşmergeyan û birîndarbûna dora 4 hezaran, bawer dikim cîhan deyndarê Pêşmerge ye û divê pesindan û rêz li qurbanî û berevaniya Pêşmerge bê girtin ku di şerê li dijî DAIŞê de nîşan didin. Nexasim ku kirîzeke dijwar a aborî heye.

Min gelek çîrok bihîstine ku Pêşmerge di şer de ne û hîn mûçeyên xwe nestandine. Gelek Pêşmerge hem şer dikin û hem jî kar dikin da ku debara zar û zêçên xwe peyda bikin. Hêzên Pêşmerge cangoriyên zêde dane.

Hejmareke zêde ya xelkê ji mesîhî, êzîdî, şîe û sunniyan ji navçeyên din ên Iraqê û ji Sûriyê hatine û li Kurdistanê hêwirîne.

Gelo Başûrê Kurdistanê dikare bibe xwediyê aboriyeke serbixwe?

Erê bêguman dikare. Lê arîşe jî pir in. Li gorî aliyên din ên Iraqê, Kurdistan pir bi pêş ve çûye. Binihêre, beriya 10-12 salan ti jêrxaneke enerjiyê li Kurdistanê nebû. Lê vêga Kurdistan dikare 400-450 hezar bermîlên petrolê her roj berhem bîne. Bi bihayê milyarên dolaran hilberîn di sektora petrolê de hatiye kirin.

Gava di sala 2002 de, min bi balafireke leşkerî ya amerîkî serdana Kurdistanê kir, em neçar bûn balafirê li cihekî daxînin ku wek kolanekê bû. Niha li Silêmanî û Hewlêrê jî balafirxane hene. Wê çaxê elektrîk pir kêm bû, lê niha hema bêje ev kêşe hatiye çareserkirin.

Li Kurdistanê pêşketin heye, kêşe jî helbet hene. Carina li şûna ku petrol bibe rehmet dibe nalet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin