Hevpeymanîya Nêvdewletî rahînanên xwe bi hêzên Îraq rawestandin

Hevpeymanîya Nêvdewletî rahînanên xwe bi hêzên Îraq rawestandin

Bi sedema metirsîyên Koronayê, Hevpeymanîya Nêvdewletî rahînanên xwe bi bihêzên Îraqî rawestandin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Berpirsekê bilindê Emerîkayê di hevpeymanîya Nêvdewletîya Dijî Daişê de, bi ajansa Royterz re ragehandîye, bi sedema metirsîyên Koronayê wan rahînanên xwe bi hêzên Îraqê re rawestandine.

Wezareta  Berevanîya Birîtanîya jî ragehand,  wan rahînan bi hêzên Îraqê re rawestandine û pişkek ji serbazên rahêner jî, vegerandine bo Birîtanîya.

Hefteya burî Hêzên Hevpeymanan xwe ji sê bingehên serbazî vekişandin û radestê hêzên Îraqî kirin.

Ev di demekê de ye, ku di çend hefte yên burî de, hêzên Hevpeyamanan, çend caran ji alyê mîlîşyayan hatin burdûmankirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin