Hevpeymaniya Navdewletî derbara êrişa Îranê de daxuyanî da

Hevpeymaniya Navdewletî derbara êrişa Îranê de daxuyanî da

.

A+A-

Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAŞê êrîşên Îranê yên bi dron û mûşekan ên bo ser Iraq û Herêma Kurdistanê şermezar kir û ragihand ku Îran bi êrişên bi wî rengî aramiya Herêma Kurdistanê dixe di bin metirsiyê de.

Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAŞê General Matthew MacFarlane îro Duşemê 21ê Mijdara 2022yan derbarê êrîşên Îranê bo ser Iraq û Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û tê de êrişên Îranê yên bi dron û mûşekan şermezar kir û got: “Em berdewam van êrîşên ku serweriya axa Iraqê binpê dike şermezar dikin. Ev êrîşên bi vî rengî metirsiyê li ser ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê çêdikin.”

Matthew MacFarlane diyar kir ku Îranê duh bi îşev bi mûşek û dronan êrişî hin deverên sînorî yên Hewlêrê kir û dibêje: “Ti kuştî û birîndar di nav rêzên Hevpeymaniya Navdewletî de nîne.”

Di daxuyaniya xwe de Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAŞê êrişên Îranê yên bo ser Iraq û Herêma Kurdistanê weke binpêkirina serweriya Iraqê pênase dike û dibêje: “Ev êrîş jiyana kesên sivîl dixe metirsiyê.”

Îranê îşev careke din bi dron û mûşekan êrîşî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir. Li gor zanyariyan, baregeha PDKÎ li navçeya Koye, Kampa Cejnekan li nêzîk Hewlêrê û baregeha Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê li Zirgwêz a Silêmaniyê bûne armancên êrîşên Îranê.

Endamê Polîtboruya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê, Aram Muderisî derbarê êrîşa îşev a Îranê de ji Rûdawê re ragihand, “Bi dron û mûşekan baregeha serkirdayetiya partiya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşan li Bane Gewre li Zirguwêzê hatiye armanckirin, lê belê ti zirarên canî nebûye."

Li aliyekî din Qaymeqamê Hewlêrê, Nebez Ebdulhemîd jî ji Rûdawê re ragihand, “Kampa Cejnekan li nêzîkî nahyeya Behirke ya ser bi Hewlêrê ve ku endam û malbatên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) lê dijîn, hatiye bombebarankirin.”

Qaymeqamê Koyê Tariq Heyderî ji Rûdawê re ragihand, “Îranê îşev bi 3 mûşekan Koye bombebaran kiriye, mûşekek li Keleha Demokratê ketiye û du mûşekên din jî li Bingeha Tendirustî ya li nav Kampa Azadî ketine ku taybet bi penaberên Rojhilatê Kurdistanê ye.”

Berpirsê Fermandeyê Hêzên Pêşmerge yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Kawe Behramî ji Rûdawê re ragihand, di encama bombebaranê de Pêşmergeyekî bi navê Behzad Îskat ê bi nasnav Çiyako şehîd bûye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin