Hevpeymaniya Navdewletî: Bi kêfxweşî em alîkariya Pêşmergeyan didomînin

Hevpeymaniya Navdewletî: Bi kêfxweşî em alîkariya Pêşmergeyan didomînin

.

A+A-

Derbarê pêngavên reform û yekkirina hêzên Pêşmerge, Fermandarê Fermandariya Navenda Hemahengî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê David Williams diyar kir: ‘‘Em ligel hevpeymanên xwe, ji bo modernkirina Pêşmerge dixebitin. Ji sala 2016an ve heta niha, nêzîkî milyarek dolar hevkariya Pêşmerge hatiye kirin û hevkarî jî berdewam e.’’

David Willams ji K24ê re da zanîn: “26 pakêtên cuda hene ku Amerîka, Brîtanya, Almanya û Holanda li ser dixebitin û li hinek pakêtan pêşveçûneke gelek baş pêk hatiye, lê ji bo yekbûna temamî ya hêzên Pêşmerge, daxwaz û biryareke siyasî ya yekalîker pêwîst e.”

Willams li ser vê mijarê eşkere kir û got: “Ez kêfxweş im û cihê şanaziyê ye ku ez li vir bi Pêşmerge re dixebitim. Alîkariyên ji bo hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê jî dê bidomin. Alîkariyên xurek, sotemenî, fîşek, çek û wesayît li xwe digrin. Herwiha em di çarçoveya alîkariyan de mehane 20 milyon dolar alîkariya Pêşmerge dikin.”

Herwiha Willams destnîşan kir: “Em ligel hevpeymanên xwe, ji bo modernkirina Pêşmerge dixebitin. Ji sala 2016an ve, me nêzîkî milyarek dolar alîkariya Pêşmerge kiriye, beşeke mezin a wê alîkariyê, wek alîkariya darayî bû, lê tevî wê jî, çek, sotemenî, wesayît û alîkariyên din jî li xwe digrin. Bi kêfxweşî, em wan alîkariyan didomînin.”

Fermandarê Fermandariya Navenda Hemahengî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê David Williams diyar kir: “Ez vê jî bibêjim; li gor alîkariyên ku ji hêzên Iraqî re hatine dayîn, ya ku ji Pêşmerge re hatiye kirin gelek kêm e. Me ligel balyozxaneyên xwe, wek balyozxaneyên Amerîka, Brîtanya, Almanya û Holandayê tîmeke şêwirmend a navdewletî pêk aniye ji bo şêwirmendiya Wezareta Pêşmerge di proseya reform û yekkirina hêzên wan de.”

Herî dawî David Williams da zanîn: “26 pakêtên me yên cuda li ber destê me ne û hinek ji wan wek pêwendî, lojîstîk û pêkanîna hêzeke niştimanî, pêşveçûneke gelek baş hatiye bidestxistin. Lê belê tevî vê yekê jî, divê biryareke siyasî ya dijwar hebe ji bo yekkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin