Hevpeyman: Em ji HSDê re alîkar in

Hevpeyman: Em ji HSDê re alîkar in

Berdevkê Hevpeymaniya Navdelwtî ya li dijî DAIŞê Sean Ryan ragihand ku hêzên wan dê bi êrişên asmanî alîkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bike, daku dawî bi çekdarên DAIŞê li rojhilatê Feratê bînin.

A+A-

Ji ber topbarankirina çend deverên Rojavayê Kurdistanê yên li ser sînor, HSDê ragihandibû ku wan operasyonên xwe li Dêrezorê li dijî Daişê rawestandin, lê niha dîsa dest pê kir.

 

Berdevkê Hevpeymaniya Navdelwtî ya li dijî DAIŞê Şean Ryan diyar kir ku şeva derbasbûyî, Hêzên Sûriya Demokrat cardin dest bi operasyonên xwe li dijî çekdarên DAIŞê kirne.

 

Sean Ryan wiha got: “Em wek hevpeymaniya navdewletî piştevaniya vê gavê dikin û bi rêya êrîşên asmanî em dê alîkariya operasyonên Hêzên Sûriya Demokrat bikin, ku niha ew jî xwe ji êrîşkirinê re amade dikin.”

 

Ryan da zanî tevî ku hinek dilgiranî heye, lê gotûbêj di navbera wan û HSDê de  berdewam in û wiha pê de çû: “Divê em yek dest bin, ji ber ku aramnca me jinavbirina DAIŞê ye û divê çavê hemû aliyan li ser vê armancê be. Ez di wê baweriyê de me ku bi hemahingî ligel hêzên ewlekariyê em dê di zûtirîn dem de armancên xwe cîbecî bikin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin