Hevjîna wî li girtîgeha Edîrnê serdana Selaheddîn Demirtaş kir

Hevjîna wî li girtîgeha Edîrnê serdana Selaheddîn Demirtaş kir

Başak Demirtaş a hevjîna hevserokê HDPê Selahaddîn Demirtaş, îro li girtîgeha bajarê Edîrnê seredana wî kir

A+A-

Başak Demirtaş a hevjîna hevserokê HDPê Selahaddîn Demirtaş, îro li girtîgeha bajarê Edîrnê seredana wî kir. Selahattin Demirtaş di 4ê mijdarê de li Dîyarbekirê hatibû girtin û piştî tewqîfkirinê, ew veguhastibû girtîgeha bajarê Edîrnê ku ji 1500 km dûrê Dîyarbekirê ye. 

Hevjîna Hevserokê HDPê, Selahattin Demirtaş, Başak Demirtaş li zîndanê serdana wî kir û bo dema 2 saetan li cem wî ma. 

Piştî bi dawî hatina hevdîtina wê bi Demirtaş re  Başak Demirtaş ragihand ku, tendirustî û rewşa Demirtaş baş e û gotîye; ev bêhiqûqî bi ti awayî weha berdewam nabe.

Du roj berê heyetekê ji partî û rêxistinên cuda yên welatên Ewrûpayê hatibûn Edîrneyê da serdana Demirtaş bikin lê îdareya girtîgehê derstûr nadabû ku ew Demirtaş zîyaret bikin!

Herweha hat ragahandin ku îro ji girtîgeha Edîrneyê 62 girtiyên PKKê ji wê veguhastine girtîgehên din. Li Girtigehê girtiyên DAÎŞ, FETO û PKKê bi hevre dimînin.

Parlamenterê HDP yê hiqûqnas Mithad Sancar berîya çend rojan beyan dabû ku ew  ji jîyana Selahaddîn Demirtaş û Abdullah Zeydan bi fikar e. Wek dihê zanîn Hevserokê HDP û mebûsê Stenbolê Selaheddîn Demirtaş û mebûsê partîyê yê Heqerîyê Abdullah Zeydan di girtîgeha Edîrneyê de ne, lê ne li ber hev in..

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin