Hêvîdar Ehmed: Gelo dê PKK û Pêşmerge şerê hev bikin?

Hêvîdar Ehmed: Gelo dê PKK û Pêşmerge şerê hev bikin?

.

A+A-

HÊVÎDAR EHMED / RÛDAW

Wexta ku dibêjin Kurdistan ango PDK û wexta ku dibêjin PDK ango Kurdistan. Ev hevok hergav di nav endam û alîgirên PDKê de tê gotin ku her kesê ji bo Kurdistanê kar bike, em wî/wê mîna endam û alîgirê PDKê dijmêrin, bila ew kes ne endamê PDKê jî be. Ev nîşana baweriya bihêz a serkirdatiya PDK û endam û alîgirên wê ye ku Kurdistanê di ser her tiştî re digirin.

Berê û niha jî, hin hêzên navxweyî û biyanî ku karîna wan ne wek a hêza PDKê ye, nav di hêzeke wek PKK didin da PDK bikişîne nav şerekî ku tê de xwîna kurdan bi destê kurdan were rijandin. PDK baş dizane, ti carî PKK qasî niha ne lawaz bû û encama şeran vê yekê tekez û piştrast dike.

Serkirdeyekî bilind gote min "Niha ji %95ê çalakiyên PKK li Bakurê Kurdistanê nemane" li Başûrê Kurdistanê jî ne tenê baregeh bi baregh ji artêşa Tirkiyê re li şûn dihêlin, lê belê çiya bi çiya jî vala dikin. Vê valakirinê gumaneke mezin li ba şêniyên Herêma Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê çêkiriye. Ew dipirsin gelo çima hêzeke mîna PKK wan navçeyan bi hêsanî radestî artêşa Tirkiyê dike?

Niha artêşa Tirkiyê şerê ˈklasîkˈ bi PKK re nake. Ew hemî şerê xwe bi rêya çekên pêşketî, firokeyên dron û teknolojiya eskerî dike. Di 05.06.2021ê de wexta ku pênc pêşmergeyên Herêma Kurdistanê bi destê şerkerên PKK li Çiyayê Metîn hatin şehîdkirin û ew çekên ku Pêşmerge pê hatin şehîdkirin ji cûreyên ˈkornetˈ ên dijîtankan bûn û paşmaya wan çekan li şûn maye û ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatiye dokûmentkirin.

Li vir pirsa sereke ev e: Madem ku ev çek di destê PKK de heye, gelo çima li hember hatina artêşa Tirkiyê nehatiye bikaranîn, lê PKK van çekan li hember hêzên Pêşmerge bi kar tîne? Berî ku hêzên Pêşmerge pêşrewiyê ji bo çiyayê Metîn bikin, bi rêya kanalên taybet ji PKK re hate gotin ku hêzên Pêşmerge tên Metîn da artêşa Tirkiyê bi bihaneya PKK wî çiyayê stratejî wek navçeyên din dagir neke. Bersiva PKKê wiha bû: Em qebûl nakin û heke Pêşmerge werin em ê li wan bidin!

Di rûniştinekê de bi Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Nêçîrvan Barzanî re, gote me "Min pir hewl da Receb Tayyib Erdogan razî bikim da pêvajoya aştiyê li Tirkiyê were destpêkirin, di dawî de Erdogan got ez ê bi wî şertî razî bibim ku hûn jî ˈserokê Herêma Kurdistanêˈ di nav pêvajoyê de bin. Ez razî bûm û vegeriyam Herêma Kurdistanê. Min tavilê name ji Qendîlê re şand xwe ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê û bêdengkirina tifingan amade bikin. Lê hefteyek neçû, li bajarê Hewlêrê dîplomatkarekî konsulxaneya Tirkiyê kuştin û niha jî pêşmergeyan şehîd dikin. Ev bersiva PKK ji bo hewldanên Herêma Kurdistanê bû!

Di nava sê rojan de şeş Pêşmerge li ser destê PKKê şehîd bûn. Pêşmergeyê herî dawî Rizwan Sindî bû ku sê zarokên wî ji hêla PKKê ve bêyî bav hatin hiştin. Xelk zaf dipirsin gelo çima hikûmeta Herêma Kurdistanê caba van destdirêjiyên PKKê nade? Hin dibêjin gelo çima serokê Herêma Kurdistanê fermanê nade hêzên Pêşmerge da PKK ji nêv axa Başûrê Kurdistanê derxin?

A rast rast PDK baş dizane ji kû nav di PKKê de tê dan da ku ev şer biqewime. Ew PKK wek kartekê bikar tînin da paşê bêjin, PDK şerê birakujiyê dike û PDK dar û destikê vê dewlet û wan dewletan e! Lê êdî PDK nakeve dav û xefikên wiha. Baweriya PDK ew e ku hêzên Pêşmerge tenê ji bo parastina Kurdistanê û serxistina kurdan li kû dibin bila bibin ava bûye, ne ji bo şerê (birakujiyê). Ku demeke ev şer (birakujî) ji aliyê Serok Barzanî hatiye (heram)kirin, lê ev nayê wateya ku PKK û hêzên din vê baweriya Serok Barzanî xerab bikar bînin.

Wek guhê me lê dibe, dibêjin heke PDK û hêza xwe bikeve wî şerî bi PKK re, nizanim çi û çi tê serê wê? PDK û hêzên pêşmergeyên Kurdistanê cotmeha 2017an tenê man, lê di herdu destanên (Pirdê û Sihêla) de li hember hêz û çekên çend dewletan rawestiya û ew têk şikandin. Li hember artêşa Iraqê, Heşda Şeibî û hevkariya dewletên din ên navçeyê û navdewletî û çekên amerîkî, nikarîbûn zora hêzên Kurdistanê û PDK bibin. PDK niha jî mezin difikire. Çavê wê lê ye kurd li bakur, rojhilat û rojava xweş bijîn, li şûna tifingan, bila diyalog û aştî zimanê xebata wan be, her ev jî dibe xala serketinê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin