Hevdîtina Trump û Erdogan hat betalkirin

Hevdîtina Trump û Erdogan hat betalkirin

Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî Serokê Vladimir Putin hevdîtina ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî betal kir. Lê Koşka Spî sedema betalkirina hevdîtina ligel Erdogan eşkere nekir.

A+A-

Li gor medya Tirkiyê, Serokê Amerîkayê Donald Trump ku hevdîtina ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn hilweşand, ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Koreya Başûr Moon Jee-in jî hevdîtinê pêknayîne.

 

Hat ragihandin ku hevdîtina Trump-Erdogan ji formata fermî hatiye derxistin lê di navbera herdukan de wê hevdîtineke ne fermî bê kirin. Biryar bû Trump û Moon di çarçoveya Lûtkeya G20 de li Arjantînê biciviyana lê ew hevdîtin hat hilweşandin.

 

Sedema hilweşandina hevdîtina Trump û Putîn pirsgirêka navbera Rûsya û Ukraynayê hat pêşandan ku hefteya borî li Deryaya Azakê derketibû. Lê Koşka Spî eşkere nekiriye ka çima hevdîtina ligel Moon û Erdogan hatiye hilweşandin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin