Hevdîtina Putin-Barzanî: Putin piştgiriya xwe bo Kurdistanê ragihand

Hevdîtina Putin-Barzanî: Putin piştgiriya xwe bo Kurdistanê ragihand

Berdevkê Hikûmetê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiyan.

A+A-

Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji televzîyona K24 re ragihand, qasekî beriya niha û piştî merasima “Roja Serkeftinê” Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li Mosko bi Pûtîn re hevdîtin kir.

Sefîn Dizeyî li ser naveroka hevdîtinê jî got, Barzanî û Pûtîn li ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Rûsyayê gotûbêj kirin û her du lîderan li ser bihêzkirina pêwendiyên Mosko û Hewlêrê li hev kirin.

Berdevkê hikûmeta Kurdistanê da zanîn ku Pûtîn ji Nêçîrvan Barzanî re gotiye, Herêma Kurdistanê bo Rûsyayê girîng e û Rûsya dixwaze pêwendiyên xwe bi Kurdistanê re bihêz bike.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî duh bi şandekê çûbû Mosko, îro jî tevlî merasima “Roja Serkeftinê” ya Rûsya bû.

Her sal li Rûsyayê, salvegera serkeftina Rûsya di şerê cîhanî yê duyem de li hember Almanya, wek “Roja Serkeftinê” tê pîrozkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin