Hevalekî nêzîk yê Qasim Sulêymanî li Sûrîyê hat kuştin

Hevalekî nêzîk yê Qasim Sulêymanî li Sûrîyê hat kuştin

Fermandeyekî pilebilind bûye

A+A-

Navenda Nûçeyan- Fermandeyekî pilebilind yê pasdarên Îranê, ku tê gotin hevalekî nêzîk yê Qasim Sulêymanî bû, li Sûrîyê hat kuştin.

Çavkanîyên nêzîkî pasdarên Îranê dane zanîn, fermandeyekî pasdaran bi navê Esqer Paşapûr roja 2 vê mehê li parêzgeha Heleb ya Sûrîyê hat kuştin.

Li gorî agahîyan, ew fermandeyê pasdaran di şerê navbera hêzên rêjîma Sûrîyê û çekdarên opozîsyonê de hatîye kuştin.

Tê gotin ku ew pasdarê han hevalekî nêzîk yê fermandeyê berê yê hêza Quds ya Îranê, Qasim Sulêymanî bûye û bi wî re derbasî Sûrîyê bûye.

Qasim Sulêymanî şeva 3 meha borî di êrişeka artêşa Ameîrka de li paytexta Iraqê hat kuştin.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin