Heval û dostên Zekî Irmak bi merasimek ew spartin axê

Heval û dostên Zekî Irmak bi merasimek ew spartin axê

.

A+A-

Duh bi beşdariya heval, dost û hemwelatiyan bi merasimek sade Zekî Irmak li Swêdê, li goristana bajarê Eskîlstuna spartin axê.

M. Zekî Irmak (Serbest) 5 roj berê 31ê meha 10an bi nexweşîna penceşêrê jiyana xwe li bajarê Eskilstuna Swêdê ku 34 sal lê jiyan kiribû, ji dest da.


Hêjmareke mezin heval, dost û hemwelatîyên kurd li goristana Eskilstuna kom bûn, xatirê xwe yê dawîn ji Zekî xwestin.


Piştî binaxkirinê, yek ji nêzîktirîn rêhevalên M. Zekî, Rocîwan Yeşîl axaftinek kin kir.


” Xuşk û birayên hêja,
Hun tev bi xêr hatin ser mezelê Serbest, Zekiyê Gundê Cano!
Gava meriv li pirêzeyên jiyana Serbes dinêre, gelek xusûsiyetên wî yên hêja tên ber çavên meriv. Bavek bi berpirsyar û evindarê malbata xwe, dostê dostên xwe, têkoşêr û dildarê doza gelê xwe, welatparêzek dilzîz û paqij bû.

Serbest, xwediyê gelek wesfên bi rûmet bû, bê zerar bû, kesî nediêşand, nedixwest ku dilê kesî jê bimîne. Ji bo alîkariya dostan, herdem amade bû, dibû şirîkê derd û kulên hevalan, bi serkeftinên wan, gelek kêfxweş dibû.

Ew di ciwaniya xwe de ket nav tevgera welatparêz. Di nav ciwanên DDKDê de cî girt, mala xwe ya li Silîva pêşkêşî ciwanan dikir. Ew mal, bû wek medreseyek welatparêzan, gelek ji me, ez jî tê de, hin kesên ku nuha li vê derê ne, di wê medresê de derbas bûn. Gelek xizan bû, lê camêr bû, deriyê wî hergav, bi şev û bi roj, ji me re vekirî bû.

Piştî ku generalên Tirk hatin ser hukum, di sala 1980ya de zilmek gelek girantir li gelê kurd hate kirinê: Hin hevalên Serbestî hatin girtinê, hinek hatin kuştinê, hinek jî koçber bûn. Serbest derbasî başûrê Kurdistanê bû û 5-6 sal di nav refên Parti Demokratî Kurdistan de bû pêşmerge.

Di sala 1987a de hat Swêdê, paşê li Eskilstunayê bi cih bû. Li Swêdê jî wî têkoşîna xwe ya ji bo azadiya gelê Kurdistanê her berdewam kir. Serbest endamê komeleya kurdên Eskilstunayê û piştgirê Partiya Azadiya Kurdistanê bû.

Ez li ser navê malbata wî, xanima wî Feriha, kurên wî Rodî û Rênas û keça wî Dîmen spasî we hemûyan dikim. Spas ji bo pîşgiriya we. Spas ji ber ku hun hatin û bûn şirîkê xema me! Mal ava, ser çava! Hun derd û kulan nebînin”.

Piştî merasima ser mezel, li Restauranta dostekê Zekî, Rêzan Mustafa, taziye hat danîn. Rêzan Mustafa xemgîniya xwe diyar kir û herweha xêrahtina hemû kesên beşdarî merasimê bûbûn kir.

Tazîye bû formeke siyasî. Firat Nemrûd serxweşiya malbatê kir û spasî hemû kesên ku beşdarê merasimê bûbûn kir û rêvebiriya taziyê meşand. Mafê axaftina pêşî da Reşîd Azaro. Li ser navê PAKê Reşîd Azaro spasî hemû kesên ku li gelek herêmên Swêdê û hatibûn beşdarî merasimê bûbûn, kir û herweha cara dawîn serxweşiyê ji hevjîn û zarokên M. Zekî Irmak re xwest.

Serokê Federasyona Komelên Kurdistanê li Swêdê Kovan Amadî axaftinek kin kir. K. Amedî got: ”Heval Zekî, hîn di xortaniya xwe de di nav rêxistana DDKD´ê de dest bi xebata şoreşgeriyê kiriye. Piştî hatina cuntaya leşkerî li Tirkiyê, çûbû Başûrê Kurdistanê di nav refên peşmergeyan de, demkî pêşmergetî kiriye.


Zekî li Swêd li bajarê Eskîlstunayê bi cîh bûbû. Ew beşdarî çalakiyên Komeleya Kulturi ya Kurdî ku ser bi FKKS´ê ye dibû. Her usa endamê Partiya Azadiya Kurdistan PAK´ê bû. Kurdek dilsoz bû...

FKKS, Serxweşiyê li hevjîna wî Ferîha Xanimê, li zarokên wî Rodî, Rênas û li Dîmenê kir. Xwedê sebir û silametiyê bide malbata wî. Ruhê wî şad û cîhê wî biheşt be”.

Di axaftina xwe de seroka Komela Kurdên Eskîlstuna Derya Akrawî qala dilsoziya M. Zekî kir.  Di nav axaftvanaa de berpirsê YNK emîr jî hebû. Wî jî qala hevaltî û welatparêziya Zekî ya çendîn salên ku bi hev re li Eskîlstuna jiyane, kir.

Hevakarîya Hêzên Kurdistanî li Swêdê û PDK Şaxa Swêdê bi peyam, sersaxî xwestin û xemgîniya xwe diyar kirin.

Rûpela Nû/Swêd

2-179.jpg3-176.jpg4-144.jpg6-081.jpg7-060.jpg8-049.jpg9-046.jpg1-173.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin