"Heta pirsa Kurd çareser nebe, li Rojhilata Navîn aşîtî pêk nayê"

"Heta pirsa Kurd çareser nebe, li Rojhilata Navîn aşîtî pêk nayê"

HAK-PAR û PDK-Bakur bi minasebeta 1ê Îlonê roja navneteweyî a aştîya cihanê daxûyanî derxistin.

A+A-

HAK-PAR  û PDK-Bakur bi minasebeta 1ê Îlonê roja navneteweyî a aştîya cihanê daxûyanî derxistin.

Daxuyanîya ku li navê Serokê PDK-BAkur Sertac Bucak hatîye dayîn de dihê gotin:" Em 1ê îlona 2016’an di rewşeke wiha xirab de pêşwazî dikin. Em weke PDK Bakur dibêjin li Kurdistana Tirkiyeyê her gule û bombeyên ku têne teqandin rê li ber siyaseteke sivîl û demokratîk digre. Ev yek bi xwe re trajediyên mirovîn tîne û jiyana civakî û aborî jî ji holê radike. Berdêla vî şerî herî zêde gelê Kurdistanê dide û her mirin û kuştin bi xwe re hêviyên aştiyê jî dikuje.

PDK Bakur ji roja ku hatiye avakirin heta niha tundiyê bi temamî red dike. Em di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de dixwazin du bangan bikin. Banga yekemîn li PKK’ê dikin. Divê PKK demildest dev ji rêbazên tundiyê berde û çalakiyên tundrew rawestîne. Em bi awayeke zelal û aşkera bang li PKK’ê dikin ku bêyî hincetan nîşan bide agirbesteke bê dem, bê şert û şirûd ragihîne. 

Li gorî me zêdebûna tundiyê ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Sedem nenaskirina mafên neteweyî yên gelê kurd e. Em muxatabê vê yekê jî hikûmetê dibînin. Ji ber vê yekê divê hikûmeta AK Partî jî bersiveke erênî bide agirbesta PKK’ê. Ji bo pirsgirêka kurd bi riyên aştiyane û diyalogê çareser bibe, divê hikûmet gavên maqûl bavêje."

HAK- PAR di bangewaziya xwe ji bo 1ê Îlonê, Roja Aşîti ya Cîhanê xwe de bi kurtayî dibêje:

- Divê artêşa Tirk bi leztir ji Kurdistana Rojava vekişe.

- Divê Tirkiyê hewl bide ku pirsgirêka Kurd ya di nav tixûbên xwe da bi riya dadî û demokratîk çareser bike û her weha divê Kurdên li der tixûbên xwe wek “metirsî ji bo ewlekariya netewî” bi nav neke.

- Divê bê zanîn, heta ku pirsa Kurd neyê çareserkirin, li Rojhilata Navîn aşîtî û aramî pêk nayê. Û divê ev rastî bê qebûl kirin û “bi Kurdan ra aşîtî” bibe siyaseta bingehîn.

- Her weha divê PKK jî bi giştî dev ji çek û sîlahan berde û dawî li şerê çekdarî bîne, ku zirarên mezin dide gelê Kurd, tenê êş û elem û kavilbûnê bi xwe ra tîne û tu meşrûiyeta wî jî nemaye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin