Heskîfa nû nabe wek Heskîfa resen

Heskîfa nû nabe wek Heskîfa resen

Jûra Avahîsazan a Êlihê amaje dike, ku dîrokek 12 hezar salî bo bendavek 50 salan hate qurbanî kirin.

A+A-

 

Mahir Yuksel

Heskîf a ku dîroka wê digihe12 hezar salan, roj piştî rojê winda dibe, ber bi windabûnê ve diçe. Heskîf ji bo çêkirina bendava Îlisûyê, dê di bin avê de bimîn e û 8 berhemên dîrokî, ji cihê wan hatin hilkirin û bo Heskîf a nû hatin veguhestin. Jûra Avahîsazan a Êlihê amaje dike, ku dîrokek 12 hezar salî bo bendavek 50 salan hate qurbanî kirin.

Heskîfa Êlihê ku ji ber çêkirina Bendava Ilisûyê her ku diçe ber bi nemanê ve diçe li benda hatina avê û rojên xwe yên dawîn e. Bajarê qedîm niha hatîye valakirin û li hember jî bajarek nû hatîye avakirin. Bo bajarê nû 760 xanî hatine avakirin û kesên ku di bajarê nû de xwedî xanî be  di bajarê nû de jî dibe xwedî xanî û ji dêvla dikanan jî dîsa dikan tên dayîn. 8 berhem û avahîyên dîrokî yên ji Heskîfê hatin veguhestin jî li bajarê nû hatine bi cihkirin. Serokê Komeleya Çandê Ya Heskîfê Ahmet Çoban amaje dike ku çêkirina xanîyên nû berdewam e û xizmetên di nava bajêr de kêmasî hene.

Ahmet Çoban (serokê Komeleya Çandê ya Heskîfê) got:"Esnafên Heskîfa nû pirsgirêkan dijîn. Pirsgirêka avê heye. Pirsgirêka kehrebê heye. Rê nehatine çêkirin. Pêwîst bû ku heta niha bajarê me ji Davos'ê xweşiktirbuya. Dewletê evqas pere xerç kir lê di xizmetan de em nabînin."

Derbarê Heskîfa ku nû hatîye avakirin de pispor amaje dikin ku bi ti awayî ji bilî Heskîfa Resen Heskîfeke din ne pêkan e ku were avakirin. Hevserokê Jûra Avahîsazan a Êlihê Ahmet Polat amaje dike ku an gelek caran bo rawestandina bendavê serî li dadgehê da û çalakî li dar xistin lê serîlêdanên wan hatin redkirin û gef li wan hat xwarin.

Ahmet Polat (hevserokê Jûra Avahîsazan a Êlihê) dibêje:"Dema em ji alîyê avahîsazîyê ve li rewşê binihêrin, em qebul nakin ku dîrokeke 12 hezar salan bibe qurbana bendavek ku tenê 50 salan were bikaranîn. Ev qetilkirina dîrokê ye. Gelek berhemên girîng hene ji alîyê şaristanîyên  cûr be cûr ve hatine çêkirin. Veguhestina wan jî şaş e. Yên ku ew berhem çêkirine biryar dane ku li wê derê avabikin. Mafê ti kesî nîne ku cihê wan bide guhertin.."

Avahîsaz didin zanîn ku di çarçoveya projeya ku Bendava Ilisûyê jî tê de ye biryar e ku 250 bendav werin çêkirin û heta niha jî ji van 250 bendavan 50 bendav hatine çêkirin. Her wiha biryare ku piştî çêkirina Bendava Ilisûyê Bendava Cizîra Botan jî were çêkirin. Pispor bang dikin ku çêkirina bendavan zirarê dide hevsengîya xwezayê û divê werin sekinandin.

K24

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin