Hesenkêf bi dînamîta hildiweşînin!

Hesenkêf bi dînamîta hildiweşînin!

Xelîl Sîpan

A+A-
Hikumeta AKPê îro wek DEAŞê, ew jî li Bakûrê Kurdistanê cihê dîrokî û qedîm bi dînemêta ve hildişînin û wêran dikin...Bajarê Hesenkêfê û dîroka 12 hezar salî, dewleta dagirker xirab dike û ji holê radike...Di alîyê din de, mêşe û daristanên Kurdistanê dişewitînin, Bajaran xirab û wêran dikin...
 
Lê mixabin, polîtîka Kurdên Bakûrê Kurdistanê, beşekî wî bi AKPê ra ne û beşekî din jî, bi CHPê re qaşo wê Tirkîyê "demokrat" bikin ?
 
Ev polîtîk û sîyaseta Kurdan, dewleta dagirker li hemberê gelê Kurd û Kurdistanê bê perwe kirîye û dike. Herwiha dewleta dagirker, Kurdistanê û bi hemû alîyan ve xirab û wêran dike. Di navbera polîtîka AKPê û CHPê de, li ser pirsgirêka Kurd û Kurdistanê tu çûdabûn nîne û herdu partî bi dizî û eşkera ve li heberê gelê Kurd û Kurdistanê de, di nav tifaqê de ne. Divê Kurd êdî polîtîka partîyên Tirkan fêm bikin û "şerê" nav wan ji bo qenîmeta îxtidarê ye û tu feydekî wî ji bo Kurdan çênebûye û çênabe...
 
Li Başûrê Kurdistanê û bi destpêka pêvajoya serxwebûnê re, hikumet û dewleta Tirk li hemberê Kurdên Bakûrê Kurdistanê şîdet zêdekir ev jî, ji tirs û xofeke dewleta Tirk e.
 
Divê polîtîka Kurdên Bakûr êdî bête guhertin, rêxistinên Kurdên Bakûr divê yekîtîkî netewî û wek gel û milletekî ji dervayên partîyên Tirkan û li Kurdistana Bakûr yekîtîkî netewî û polîtîkeke nû bikin armanc ji bo xwe. Ev yeka êdî pêwîst û hewceye ji bo gelê Kurd û Kurdistanê. Eger rêxistinên Kurd vê polîtîka xwe ne guhertin, dewleta dagirker roj bi roj wê Kurdistanê xirab bike û dike...Zibê tu rêxistinekî Kurda ji vê berpirsîyarîye dîrokî xwe nikarin bê par bikin ...!!!
 
Di vê demê de, di Kurdistana Bakûrê de, ez di wê bawerîyê de me, ku hewcebûna Kurdan, bi hêz kirina rêxistinên medenî (sivil) heye...Rêxistinên Kurdan bûne wek sîsteman û nikarin xwe bi guhertin. Bi hêz kirina rêxistinên medenî (sivil) ve dikarin li ser rêxistinên Kurdên Bakûrê Kurdistanê bandoreke erênî bike û pêşîyê ji guhertinên sîyasî û nû re vebikin ..!
 
- Divê gel derê kolana û ji bo yekîtîya netewî û mafên xwe yê wekhevî an jî dewletbûnê re dengê xwe bilind û berz bike...
 
- Bijî Kurdistana serbixwe !!!
 
 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin