Heşdî Şeibî gihişt Mûsilê!

Heşdî Şeibî gihişt Mûsilê!

Çekdarên milîsên Heşdî Şeibî xwepêşandanên xwe berfireh dikin û li bajarokê Nemrûd jî xwepêşandanan destpê kir.

A+A-

Çekdarên milîsên Heşdî Şeibî xwepêşandanên xwe berfireh dikin û li bajarokê Nemrûd jî xwepêşandanan destpê kir.

Li gor zanyariyên berdest, îro 06.08.2019ê çekdarên Heşdî Şeibî bi cilên sivîl û leşkerî li bajarokê Nemrûd a li başûrê Mûsilê dest bi xwepêşandanan kirin.

Ji ber biryara derxistina wan a nav bajarê Mûsilê hatiye dayîn, roja 05.08.2019ê milîsên Heşdî Şeibî li rawestgeha Bertile ya deşta Nînowa xwepêşandanek pêkanîn û rêya Hewlêr û Mûsilê daxistin.

Hêzeke artêşa Iraqê bi armanca vekirina rêyê û dawî anîna bi wê xwepêşandanê, çûn navçeyê, lê Heşdî Şeibî ku hejmarek ji wan bi cilên sivîl wek hemwelatiyan piştgiriya Heşdî Şeibî dikin li deverê bûn, bi şewitandina lastîkên wesayîtian û rûniştina li ser şeqaman ve rêgirî li wê hêza artêşa Iraqê kirin.

Ji ber wê tengezariyê rewşa ewlehiya bajarê Mûsilê xirabe û metirsiya hemberhev hatina Heşdî Şeibî û artêşa Iraqê heye, her du alî hêz nav bajarê Mûsilê kom kirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin