Heşda Şeibî û artêşa Iraqê dest bi operasyoneke nû kirin

Heşda Şeibî û artêşa Iraqê dest bi operasyoneke nû kirin

Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî li parêzgeha Enbarê operasyoneke nû ya serbazî li dijî DAIŞê destpê kirin.

A+A-

Heşda Şeibî ragihandiye, armanc ji lidarxistina vê operasyonê jinavbirina pêgeh û stragehên DAIŞê yên li ser sînorê Iraq-Sûriyê û girava Sersar a li parêzgeha Enbarê ye.

 

Herwiha Heşda Şeibî diyar kiriye, ku operasyona hevbeş a wan û artêşa Iraqê navçeyên başûrê qezaya Hezer heta girava Sersar û ser sînorê Sûriyê li xwe digire.

 

(Wêne: AFP)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin