Heşda Şeibî nehişt NY bikeve taxa kurdan!

Heşda Şeibî nehişt NY bikeve taxa kurdan!

Hat ragihandin ku Heşda Şeibî nehiştiye şandeyeka Neteweyên Yekbûyî (NY) serdana taxên kurdan yên bajarê Xurmatû yê Başûrê Kurdistanê bike. Ku terorîstên Heşda Şeibî ew taxên kurdan wêran kiribûn.

A+A-

Endamê kurd yê parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah ji televîzyona K24 re got, çend roj berê şandeka NY çûbû bajarê Xurmatû da ku ji nêzîk de rewşa bajêr û wêraniyên ku Heşda Şeibî aniye serê kurdan bibîne lê Heşda Şeibî nehîştibû.

 

Şaxewan Ebdullah daye zanîn ku wan raportek li ser hovîtî û wêrankariyên ku çekdarên Heşda Şeibî anîne serê kurdên Xurmatû, dane nûnertiya NY li Iraqê û wan jî soz dane li dû wê raportê biçin û derheqê wan wêrankariyan de lêkolîn û lêpirsînê bikin.

 

Çekdarên Heşda Şeibî û pasdarên Îranê şeva 16 Cotmehê ji bilî dagîrkirina Kerkûkê, bajarê Xurmatû jî dagîr kirin, bi sedan kurd kuştin, bi sedan malên wan teqandin û şewitandin û talan kirin, bi deh hezaran kurd jî ji bajêr derxistin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin