Heşda Şeibî keçeke Kurd şehîd kir

Heşda Şeibî keçeke Kurd şehîd kir

Keça Kurd a bi navê Reşîda Ose(17) ku ji Rojavayê Kurdistanê bû û li Hewlêrê dijî, ji bo serdana xizmên xwe derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbû û dema ku dixwast vegere Herêma Kurdistanê di êrişa çekdarên Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê de canê xwe ji dest da.

A+A-

Keça Kurd ji bajarê Tirbesbiye yê Rojavayê Kurdistanê bû û ji ber şer derbasî Herêma Kurdistanê bûbû. Beriya çend rojan Reşîda Ose derbasî bajarê xwe bû û paşê xwest derbasî Herêma Kurdistanê bibe, lêbelê Ose û hevalên wê ji ber kêşeyên li ser sînor hewl dan di rêyeke din de derbasî Herêma Kurdistanê bibin. Hat ragihandin ku dema ku Ose hevalên xwe dixwast derbas bibin çekdarên Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê êrişî wan kirine û Ose bi awyekî hov hatiye qetilkirin.

Dayika Reşîda Ose, Raniya Xelîl ji K24ê re eşkere kir ku di ser kuştina keça wê re 45 roj derbas bûne û hê jî termê wê radestî wan nehatiye kirin. Dayika Ose wiha axivî: “Keça min li ser sînor bi awayekî hov hat qetilkirin û hê jî termê wê di destê wan de ye. Em hewl didin bi rêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê termêm keça xwe wergirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin