Heşda Şeibî ji Xûrmatuyê vekişiya

Heşda Şeibî ji Xûrmatuyê vekişiya

Hikûmeta lraqê biryara da ku rêveberê polîsên parêzgeha Kerkûkê biguherîne û herwisa hêzên Heşda Şeibî jî ji devera Xurmatûyê, bi taybet li ser rêya di navbera Kerkûk, Xurmtaû û Uzêmê de hatin vekişandin.

A+A-

Parlamenterê kurd yê Kerkûkê yê li Parlamentoya Iraqê Mihemed Hacî Osman ji bo guhertina rêveberê polîsên Kerkûkê ragihand ku guhertina rêveberê polîsên parêzgeha Kerkûkê karekÎ yasayî ye, ji ber ku Emîd Xetab Arf ku kesekî kurd bû û temenê wî 63 sal derbas kiriye, pêwîst bû were xanenşîn kirin û li gorî yasayê hate xanenşînkirin û Emîd Elî Kemal li cihê wî hatiye destnîşankirin û erka rêveberê polîsên parêzgeha Kerkûkê wergirtiye.

Herwisa daxuyand ku Emîd Elî Kemal ew jî kesekî kurd e û xelkê Xaneqînê ye, ji ber ku erka rêveberê polîsên Kerkûkê para kurdan e û her divê kesekî kurd wê erkê werbigire.

Hacî Osman ji bo vekişîna hêzên Heşda Şeibî ji devera Xurmatûyê jî got, "Wisa xuya ye ku Heşda Şeibî nikarî wekî pêwîst wê deverê bi giştî û riya sereke ya di navbera Kerkûk û Xurmatûyê de biparêze. Ji ber wê yekê parastina ewlehiya wê deverê û riya sereke daye destê hêzên bersivdana bilez û polîsên federa."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin