Heşda Şeibî ji nav Xurmatû derdikevin

Heşda Şeibî ji nav Xurmatû derdikevin

Perlemanterê Iraqê Elî Hisênî ragihand, ji niha û pêve wê hêzên bersivdana bilez cihê Heşda Şeibî li Xurmatû bigire.

A+A-

Elî Hisênî ji kenala Someriye news re got: "Îro hêzên bersivdana bilez, erkê parastina rewşa emnî ya Xurmatû wergirt û bi hevbeşî li gel polîsên wî bajarokî û fewcê hewarçûnê û artêşa Iraqê, parastina ewlehiya Xurmatû dikin".

Piştî 16ê Cotmeha 2017an, milîsên Heşdê û hêzên Iraqî, bajarokê Xurmatû li parêzgeha Selaheddîn û navenda bajarê Kerkûkê bi hevkariya çend kesekî di nav hizbeke siyasî de kontrol kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin