Heşda Şeibî gundê Sîba Şêx Xidir radestî YBŞê kir

Heşda Şeibî gundê Sîba Şêx Xidir radestî YBŞê kir

Çekdarên Heşda Şeibî piştî salekê gundê Sîba Şêx Xidir ku gundekî Kurdên Êzidî û ser bi qezaya Şingalê ve ye, radestî Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) kirin.

A+A-

Qayimmeqamê Şingalê Mehma Xelîl ragihand, ku hêzên Heşda Şeibî gundê Sîba Şêx Xidir a Kurdên Êzidî radestî YBŞê kirine û got, beriya niha hêzên Heşda Şeibî bajarokê Gir Uzêr jî radestî YBŞê kirine. 

 

Mehma Xelîl herwiha diyar kir, ku beriya êrîşa DAIŞê bo ser Şingalê û derdora wê, 140 hezar kes li bajarokê Gir Uzêr û li gundê Sîba Şêx Xidir jî 27 hezar kes dijiyan, lê niha piraniya xelkê wan cihan koçber bûne û tevî wê yekê niha Heşda Şeibî ew herdu dever radestî YBŞê kirine.

 

Fermandarê YBŞê yê bi navê Arif Şingalî jî ragihand, ku ew radestkirina gundê Sîba Şêx Xidir li Kurdên Êzidî pîroz dikin û tekez kir, ew dê bi hemû hêza xwe navçeyên ku radestî wan hatine kirine, biparêzin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin