Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Hesabên piçûk, pêşeroja Kurdistan tarî dike!

A+A-
Berî çend rojan parlamenterên YNK, Tevgera Goran û Komel li parlementoya İraq daxuyanîyek dan û destbilindkirina wan ji bona butçeya İraq a sala 2017 wek "mizgînîyek"ê didan Başûrê Kurdistan. Digotin "me piştgirîya pejirandina butçeya İraq a sala 2017 kir û bi vê kirina xwe em serbilindin. Me qebûl kir ku em rojane 550 hezar bermîl Petrol bidin İraq ku eş jî butçeya Kurdistan bide"!
Lê di eynî demê de Parlamenterên PDK parlementoya İraq ê terk kirin û gotin:

„Maddeyên di butçeya İraq a 2017 an de bicîh bûne, ji bona Kurdistan pîlaneke siyasî a herî xerabe û em ticar nabin pergal ji pejirandina vê pîlanê re. Me xwe ji parlamentoyê kişand û em di pejirandina butçeya İraq a 2017 an de cîh nagirin. Em bi tûn li dijî wê ne ku ji bona hêzên Pêşmergan, ji bona Kurdistan tiştekû nû têde tuneye. Tenê dixwazin petrola Kurdistan bipaş de bigirin. Hinek parlamenterên ku bi qasî me agahî jî dan wan, lê di pejirandina butçeya İraq de cîh girtin, destên xwe bi heyecan û şewqek mezin bilind kirin û ev butçe pejirandin. Ev helwesta van parlamenteran (yên YNK, Tevgera Goran û Komel) ne di berjewendîyên giştî yên Herêma Kurdistan de ye û zerarê dide berjewendîyên Kurdistan."

Wek ku em dizanin; di 2 yê meha Tebaxê 2014 an de DAİŞ êrîşî ser Kurdistan kir. Ev pîlan li hemberê Başûrê Kurdistanê hate tetbîqkirin, pîlaneke navdewletî bû, armanca wê jî pêşîlêgirtina firotina petrol û xebat a serxwebûna başûrê Kurdistanê bû. Vê bûyerê, bi bûhayekî giran kêmanî û lawazîya Wezareta Pêşmerge û parastina Kurdistanê derxist holê. Bi tevî hemû kêmanîyan, Serok Barzanî ji bo piştgirîkirin û parastina Kurdistanê, daxwaza alîkarîyê ji dewletên Awrupayî û Amerîkayê kir. Di serî de Amerîka û pê re jî dewletên Awrupayî yên wekî Fransa, Îngiltere, Almanya, Îtalya, Îspanya, Hollanda, Swêd, Danîmarka, Awistralya, Macerîstan û yd. di demekî kin de piştgirîya xwe ya sîyasî û leşkerî ji bo Kurdistanê dîyar kirin. Dema ku rewşa sîyasî ya herêmî û alîyên têkildar li ber çavan bêne girtin, dîyar dibe ku di zimanê sîyaset û dîplomasîyê de ev piştgirî, heman demê tête mana piştgirîkirina serxwebûna Kuristanê bi xwe jî.

Bi destê kurdan petrola Kurdistan daket bazara navnetewî. Çiqa ku di destpêkê de pirsgirêk jî jê re derketin, lê bi serkevtî ket bazara navnetewî. Ji bona gavên serxwebûnê ev gavek grîn û serete bû.
„Pêşîlêgirtina firotina petrol"ê, pêşî lêgirtina serxwebûna Kurdistan bi xwe ye. Hêzên ku bi israr carek din dixwazin petrola Kurdistan teslîmî İraq bikin, bi vê helwesta xwe carek din diçespînin ku ew serxwebûna Kurdistan naxwazin. Dijî vê gava pîroz in!

Di derheqa pejirandina butçeya İraq a sala 2017 an de Serokê Herêma Kurdistan birêz Mesut Barzanî jî Îro (08.12.2017) daxuyanîyek da û di daxuyanîyê dibêje:

„Babeta dirustkirina girift ya budçeya Pêşmerge û Herêma Kurdistanê ne tiştekî nû ye û her li sala 2005 ve bi awayên cûr bi cûr Hikûmeta Iraqê pabendbûna darayî li beranber Pêşmerge û Herêma Kurdistanê bi cîh nekiriye û giriftê bo aniye. Bi taybetî ew eqliyeta siyaseta birîna budçeya Herêmê û birçîkirina xelkê Kurdistanê peyrew kiriye û ewên şêwirîna nanbirîna gelê Kurdistanê dane tu demekê amade jî nabin kêşeyên xelkê Kurdistanê çareser bikin.

„... pêwîst dizanim ku Parlementerên Kurdistanê li Bexda li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê kombibin û bi hurgilî nirxandina vê babetê bikin û eger yasaya budçe û birgeya pesendkirî li xizmeta Herêma Kurdistanê da bê û bibê sedema dahata zêdetir ewe li ser rêk bikevin. Eger jî bibê sedema ziyana Herêma Kurdistanê, bila ji bo xelkê Kurdistanê hemû rastiyan û muzayedata siyasî di derbarê budçe û dahatê de rûn û zelal bibê."

Di nav Tevgera Gorran de hêlên cuda hene û hejmarek ji wan ku bihêzin zextê dibin ser Newşîrwan Mistefa xwe nêzîkî YNKê bikin û hinek ji wan dixwazin ji hikûmetê xwe vekêşin û hinek ji wan jî dixwazin li nav hikûmetê de bimînin, dijberiya wan xetane li gel pirsgirêkên YNKê bûne sedem ku Newşîrwan Mistefa nekare vegere Kurdistanê. Bi qasî ku di nav Tevgera Goran de ev nakokî roj bi roj geş dibin û zerarê didin siyaseta Kurd a netewî û berjewendîyên netewî dixin tehlûkê jî, serokê Tevgera Goran Noşîrwan Mistefa hewl nade û berpirsiyarîyê nade ser xwe ku pirsgirêkan çareser bike. Ev jî tê wateya ku ev rewşa Tevgera goran li hesabê Noşîrvan Mistefa tê(!)
 
Eynî tiş ji YNK re jî derbas dibe. Bi mehan e siyaseta YNK perçe perçeye û nikarin helwestek erênî nîşan bidin. Baskê Hêro îbrahîm Ehmed pêşîya baskê Navenda Biryarê girtîye û nahêle ku hewlek navendî û dengekî yekrêzî ji YNK derkeve. Ji her serîyek dengek û ji her hewdanekê jî berjewendîyek derdikeve ku zerarê dide ajenda serxwebûn û parastina mafê Kurd û Kurdistan.
YNK û Tevgera Goran bi van hewdanên xwe, bi vê helwesta perçe perçe zerarê dide prestîja Kurdistan a navdewletî û piştgirîya gava serxwebûnê dixe bin tênek neyênî.
 
Eger YNK û Tevgera Goran van hewlên neyênî ne bi zanistî û ji dervê îradeya xwe, bêçaretî dinirxînin, çima wan hewlên parlementerên xwe yên li parlementoya İraq rexne nakin?
 
Dema ku em medyaya Silêmanî û a Hevlêr didin ber hev, du dunyayên cûda cûda derdikevin ber me. Medyayek bêlayen û bêkontrol, li ser berjewendîyên hizbî hatîye avakirin û bi helwestek neyênî kar dike. Dibin sebebê têsîra psîkolojîk a neyênî li ser civata Kurdistanê. Di ti welatekî dunya modern de tiştekî wisa nîne. Nabe ku medîya welatekî li hemberê berjewendîyên welat û welatîyên xwe bêlayen be, yasa nasneke û mudaxeleyên yasayî çênebe. Ji bona berjewendîyên hizbîyane derew bûye misogerîyek erênî.
 
Ev dijminatîya herî mezin e ku li Kurd û Kurdistan dibe. Eger rewşenbîr–ronakbîrên Kurdistan di vî warî de rolê xwe nelîzin û pêşî li vê dezînformasyona ku dibe negirin, wê bibe sebebê neadaletîyek mezin û ter û hişk wê bi hev re bişewite.
08.12.2016
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin