Herman Lindqvist: Xençera Barzanî

Herman Lindqvist: Xençera Barzanî

Her kesek dihat xwe diçemand û li şûna bêjin “Excuse me” digotin “Execute me”, ango min îdam bikin! Di wê barêşa tije dilgiranî da me nediwêrîya devên xwe vekin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Min di jîyana xwe de, gelek kesayetîyên karîzmatîk dîtine. Yekî herî mezin ji wan serokê Kurd Mela Mistefa Barzanî ye ku nîsana sala 1970, li baregeha wî di nav dilê çîyayên Kurdistanê da, çavê min û Markos pê ket.

Iraq yek ji welatên çep ên dinyayê bû ku destên rojnamevanên rojavayî nedigihiştin wan. Tenê rojnamevanên dostên rejîma Sedam Hisên dikarîbûn herin Iraqê, wek Jan Gulliuo (nivîskar û rojnamevanekî bi nav û deng ê Swêdê ye) û jina wî ya Ereb a berê Marîna Stag. Ew heşt heyvan li Iraqê man û xizmeteke baş ji alîyê rejîma Sedam Hisên ji wan ra hat kirin.

Rê ji wan ra hatibû dûzkirin ku bi otomobîlê 10 hezar kîlometreyan di nav Iraqê da herin û bên. Berhema vê geşta wan jî kitêbek bi navê “Iraq – welatê nû yê ereban” bû, kitêbeke ku vêga Yan Gîwû pir bi kêmî navê wê hildide.

Nîsana sala 1970 pencereyeke biçûk ber bi rojhilêt va li ser komikên ne filistînî hat vekirin. Min û Markos çaverêtîya wê yekê nekir gulopa kesk ji me ra bê pêxistin bo dayîna vîzayê ku me çend xetran li ser wergirtina wê îsrar kiribû.

Me demildest ber bi wir va da ser rê. Hê ji serdema qonaxa xwendinê va, min dixwest serdana Bexdayê bikim. Axir carekê mamosteyê me yê dîrokê hevoka pêşî ya derseke dîrokê wisa dest pê kir: Bexda nola morîyeke teyisî li nav çolistaneke zer ramedîyaye.

Paşê qala Mihemedê ciwan kir ku bi karwançîyên apê xwe ra hatîye sûkên Bexdayê ku bêhna dewa û derman, deve û bêhna mê û jinan ji wan difûrîya. Yanî divê mirov serdana cihekî wisa bike!

Ji hemûyî xerabtir ew bû ku di heyva nîsana 1970 da tozê Bexda nuximandibû. Heta tu bibêjî germ bû û kes nebû ji yê din netirse. Ne ji mêj va bû ku şoreşeke bixwîn hatibû kirin (merem derbeya sala 1968an e) û hejmarek kesayetîyên mezin li meydana navendî ya bajêr hatibûn daliqandin.

Wezareta Ragihandinê ketibû heman meydana ku ez û Markos yekem roja gihiştina xwe, me bendewarîya berpirsê ragihandinê dikir. Em di korîdoreke berteng de rûniştibûn. Her kesek di wir ra derbas bibûya, divîyabû di ser lingên me ra pêngav biavêje. Her kesek dihat xwe diçemand û li şûna bêjin “Excuse me” digotin “Execute me”, ango min îdam bikin! Di wê barêşa tije dilgiranî da me nediwêrîya devên xwe vekin. Hema ku kesê pêncem xwe di ser lingê min ra çeng kir û doza îdamkirinê ji min kir, ez revîyam tuwalêtê û min destmalek bi devê xwe va kir û min mîna dînan bi pirqînî dest bi ken kir.

Sedam Hisên ku wê çaxê emrê wî 34 salî bû, di derbeya dawî da bûbû cîgirê serokkomar. Di pratîkê da wî Iraq bi rêve dibir û bi pereyên petrolê di alîyên ekonomîk û civakî da dest bi nûkirina Iraqê kiribû, ku nivîskar “Yan Gîwû” di kitêba xwe da pir erênî dabaşa wê kiribû.

Bo qenckirina barêşa Iraqê û terkîzkirina li ser geşbûn û vejandina Iraqê, Sedam Hisên bo cara yekem piştî 11 salên şer, peymana aştîyê bi du milyon kurdên bakur ra girêda. Da tekez bikin ku bi rastî aştîyê dixwazin, rê dan me ku em herin wî welatî û Barzanîyê efsane (legend) bibînin. Dîyar e ev ji bo me mîna xewnekê bû. Ti rojnamevanekî rojavayî nikarîbû Barzanî bibîne yan moleta çûna Kurdistana Iraqê werbigire.

Di bin çavdêrîya tund a ewlekarî de, em roja yekem 12 saetan di nav wê germê da û di nav deştên berfireh û kesk da, herwisa di nav xalên kontrolê yên leşkerî da çûn ta em di dawî da gihiştin çalên petrolê yên bakur. Wê şevê em li gundekî di nav çîyan da raketin û paşê di nav çîyayên bilind, çemên boş û mezin, gêdûk û dolên kûr û gupîtkên bilind da, me dirêjahî da geşta xwe.

Her tişt pir bedew bû ku mirov dikarîbû bide ber Swîsra yan Nemsaya berî sed salî ku hêj geştkeran berê xwe nedabûnê, hêj otêl û cade û otoban lê nehatibûn çêkirin. Hemû kesên me ew didîtin cilên kurdî li wan bûn. Cilekî berfireh, pantolên fireh ên mêran, şûtikên rengîn û cemedanîyên serîyan, hemû çekdar bûn û xençer xistibûn ber şûtikên xwe û çekên kevn dabûn ser milên xwe.

Pir bi sadeyî ji te re eyan dibû ku ev ne Ereb in, çimkî piranîya wan sor û spî û kej bûn. Cilên berfireh û rengereng li jinên wan jî bûn. Hemûyan bi dilovanî destên xwe ji me re li ba dikirin. Kurd ne ji nijada Samî ne, lê gelekî hindo-ewropî ne û xizmatîya zimanê wan bi zimanê farsî ra heye.

Xençera Barzanî

Sê jin û 15 zarokên Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mela Mistefa Barzanî (65) hebûn. Li odeke sade bi herîyê seyandî, pêşwazîya me kir. Li çarmedora avahîyê bi sedan şervanên Kurd (Pêşmerge) rûniştîbûn. Ode hatibû birêkxistin. Li alîyekî çend doşekên bilind û betanî hatibûn danîn. Li alîyê din ê odê textek hatibû danîn. Li ser maseya pêşber Barzanî, paketek merhema dijî ziwabûna çerm hebû. Du çavên tûj, simbêlên nerm û birûyên lihevbadayî yên Barzanî hebûn. Demançeyek û şeyaleyek bi bejna wî va bûn.

Xençereke destikdirêj û darçixareyeke ku dora 40 santîmetran dirêj bû, xistibû jêr şeyala xwe ya çermîn. Dema diaxivî, min didît diranê zêrîn di devê wî da ye û dema dikenîya alîyê çavê wî kevloşkî dibû. Ew serokeşîrek jî bû ku 3 hezar çekdarên şexsî pê ra bûn. Di temamîya jîyana xwe de, li dijî rejîma Iraqê şer kiribû. 12 salan bi bêgavî li xerîbîyê li Moskowê jîyabû. Di têrwanîna konevanî da, însanekî xwedî biryar bû.

Vêga êdî Iraqê biryar dabû otonomîyê bide kurdan û zimanê wan nas bike. Pênc wezîr Kurd bin û cîgirê serokkomar jî Kurd be. Gelo bi nerîna Barzanî ev ê pêk were? Di bersivê de got: Bi alîkarîya Xwedê.

Pêşî Barzanî di îskanên biçûk da daxwaza çayê ji me re kir û paşê di kûpên biçûk da çaya giran a erebî ji me ra anîn. Em demeke dirêj bi Barzanî ra axivîn. Berpirsê şanda guftûgoyan a Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Osman (34) wergêrê me bû. Barzanî bi hêdî diaxivî û westîyayî dîyar bû.

Gava em ber bi xilasbûnê va jî diçûn, min xeletîyek kir ku nabe mirov bi ti awayî li Asyayê, ji Japonê ta Rojhilata Navîn bike. Min îşaret bo xençera Barzanî kir û got: Xençereke xweşik e! Min hêvî dikir hinekî behs bike, lê berevajî wê, tavilê xençera xwe derxist û da min. Min jî bi behitîn got: Na, na, nexêr. Yasa û zagona wê etîketê ji bîra min çûbû ku dibêje: Heke bîyanîyek dest bo tiştekî kesekî dirêj bike û sersamîya xwe pê nîşan bide, xwedîyê wî tiştî demildest wî tiştî pêşkêşî wî dike. Yên ku li hundir bûn ez dam fêmkirin ku divê ez xençerê jê werbigirim.

Min dizanî ku wisa ye, lê ji vê xerabtir ew bû ku tu dîyarîyê red bikî yan li şûn xwe bihêlî. Ez bi şermeke herî mezin û hesteke wisa ku min kesê Kurd ê herî bi desthilat îhrac kirîye, derketim. Heta niha min ew xençer parastîye û li oda xwe ya xebatê daliqandîye. Kalan bi lezgeyê hatîye pêçan, da xençer ji kalên dernekeve.

Di dema vegera me bo Bexdayê da, balyozê fînlendî em vexwendin şîvê, vexwarinên sar û pastirmeyên eslî yên fînlendî. Dema em derketin, çil pileyên germê yên Bexdayê ta radeyekê dişibîya hewayeke hênik.

Min du carên din serdana kurdan kir. Rejîmê sozên xwe nebirin serî. Şerekî pir girantir ji berê derket. Sala 1975an min xwe ji sînorê Îranê gihand çîyan da raporan li ser şer amade bikim. Berpirsê leşkerî ji min pirsî gelo “tu şerê mezin diwazî” yan “şerê biçûk?”

Min jî pir bi miqateyî jê pirsî, şerê biçûk çiqas jê ra divê? Di bersivê da got hefteyek. Me şerê biçûk hilbijart. Bi otomobîlê du rojan kişand ta em gihan gupîtka çîyê. Li gundekî em şev û rojekê di xênîyekî da bendewar man ta hêzeke kêm a pêşmergeyan hat. Topavêjeke kevn a destçêkirî ya kargeha Buforş a swêdî bi wan ra bû.

Erebaneyek jî bi wan ra bû ku sindoqên teqemenîyê lê bar kiribûn. Tarîgewrika dotira rojê, em li otomobîleke zirîpoş siwar bûn û me sindoqên teqemenîyê lê bar kirin. Piştî rojekê ji ajotina li ser çîyê û nav cadeyên çivanokî û xwar da, em piştî nîvro gihan cihekî li raserî dol û gêdûkekê ku girêdayî çîyê bû. Di dawîya newalê de, keleheke kevn hebû ku bawer dikim di serdema îngilîzan da hatibû çêkirin.

Bi dûrbînekê min eskerên iraqî li xwarê didîtin. Otomobîlên mezin ên eskerî ji kelehê derdiketin û derbasî hundirê wê dibûn. Topavêja xwe anîn pêş û derba xwe lê xweş kirin. Top hat girêdan û teqemenîya pêwîst hat rêzkirin, amade bo avêtinê. Berpirsê eskerî daxwaz ji min kir ez li tenişta girikekî bi wî ra rûnim. Ferman da, biteqînin. Dengê teqeyê ez bizdandim. Dengê teqînê di nav çîyan da deng veda û li rexê din dûmana spî ji nêzîkî kehelê bilind bû.

Serleşker hawareke din kir û ferman da. Vê neqlê li nav baxçeyê kelehê toz û tirabêlk bilind bû. Me bi dûrbînê didît çawa esker çep û rast direvîyan. Ji nişka va guhê me li dengekî bû di ser serê me ra çû. Topek 50 metreyan ji me wê da li alîyê rastê li bin guhê erdê ket. “Wan em dîtin”, fermande bi ken wisa got. Careke din me top avêtin wan. Hingavt! Li jêr dûmaneke reş bilind bû. Dibe ku li otomobîlek ketibe.

Her di wê demê da, roj çû ava. Piranîya pêşmergeyên li dora topavêjê, sicadeyên xwe raxistin û dest bi nimêjê kirin. Ji kelehê dest bi topbaranê hat kirin û guveguva wan bi ser me da dihat. Çimkî min ti tirsek li ser rûyê pêşmergeyan nedît û wan xwe venedişartin, min hewl dida bi rêya wênegirtina li pey hev, xwe ji xof û nebûna ewlehîya wê derê veşêrim. Roj bi temamî çû ava. Tavilê ji xwarê dest bi hildan û berdana gulleyên ronîkirinê û topavêtinê hat kirin, te digot qey lîstikên agirîn ên ahenga sersalê ne!

Fermande û pêşmerge bi dengekî bilindtir dikenîyan “li wan ereban binere, li wan binere çiqasî tirsonek in.” Ev êdî niha bi temamî rahejîyaye, dema pêşmergeyan êrîşî wan dikir, iraqîyan nizanîbû çi bikin. Ev ew tişt e ku serokê kurdan jê ra digot “şerê mezin.” Me topavêja xwe kom kir û me dest bi geşta vegera xwe ya dûr û dirêj kir ku divîyabû me bida ser cadeyeke çîyayî ya bi fetl û çivanok.

***

Herman Lindqvist yek ji rojnamevanên dîyar ên Swêdê ye ku bêtirî 50 salî karê rojnamevanî kirîye. Di jîyana xwe da, li bêtirî 100 welatî gerîyaye û serdana gelek welatên ku şer li wan hebû kirîye fena Kurdistanê. Di bîranînên xwe da qala piranîya wan cihan kirîye ku serdana wan kirîye û raporên rojnamevanî li ser wan nivîsîne û gelek xetran jîyana xwe xistîye tahlûkeyê. Xwedîyê çend kitêbên dîrokî ye. Ev beşê bîranînên wî ku tê de qala geştên xwe bo Kurdistanê dike, bi rêzdarî qala xebata kurdan dike. Çend gotarên din jî li ser kurdan di rojnameyan de nivîsîne.

Navkurd

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
Nûçeyên eleqeder