Herî kêm du serbazên din yên Tirkîyê li Sûrîyê hatin kuştin

Herî kêm du serbazên din yên Tirkîyê li Sûrîyê hatin kuştin

Li Idlibê şerekî giran derketîye

A+A-

Navenda Nûçeyan - Wezareta berevanîya Tirkîyê ragihand, du serbazên din yên Tirkîyê li herêma Idlibê ya Sûrîyê hatin kuştin û komek serbaz jî birîndar bûn.

Wezareta berevanîya Tirkîyê ragihand, di çarçoveya operasyona “Mertala Biharê” de, ku ev çend roj in artêşa Tirkîyê li herêm Idlibê ya Sûrîyê li dijî hêzên rêjîma Sûrîyê daye destpêkirin, du serbazên din yên wan hatin kuştin û 6 serbaz jî birîndar bûn.

Duhî jî serbazekî Tirkîyê li Idlibê hatibû kuştin û 9 serbaz jî birîndar bibûn.

Ev çend roj in li herêma Idlib ya Sûrîyê şerekî giran di navbera hêzên Tirkîyê û rêjîma Sûrîyê de derketîye.

Heta niha bi dehan serbaz û çekdar ji her du alîyan hatine kuştin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin