Herêma Kurdistanê: Êrîşa ser Kor Morê nayê qebûlkirin

Herêma Kurdistanê: Êrîşa ser Kor Morê nayê qebûlkirin

.

A+A-

 Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Parlamentoya Kurdistanê û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê êrîşa şevê din a li ser kêlgeha gazê ya Kor Morê bi tundî şermezar kirin û daxwaz ji Bexdayê kirin, rê li wan êrîşan bigre. Li aliyekî din Wezareta Çavkaniyên Xwezayî tevî ku tekez kir “êrîşa li ser Kor Morê bi ti awayî nayê qebûlkirin”, destnîşan kir, “êrîşê bandor li ser berhemanîna gaza xwezayî nekiriye.”

Di daxuyaniya Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê de hatiye gotin ku demjimêr 19:55 êvarê bi mûşekan êrîşî kêlgeha gazê ya Kor Morê hatiye kirin, lê “bi keyfxweşî ve ti ziyaneke canî nebûye û bandor li ser proseya berhemanîna gaza xwezayî jî nekiriye.”

Ji Hezîranê ve heta niha ev cara çaremîne ku êrîşî kêlgeha gazê ya Kor Morê tê kirin.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî bi tundî êrîşê şermezar dike û dibêje, “ev çend carin grûpên derveyî yasayê, jêrxaneya sivîl a Herêma Kurdistanê dikin armanc.”

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê dibêje, “Kêlgehên neftî yên Herêma Kurdistanê samanên xelkê Herêma Kurdistanê ne, her êrîşek bo ser tesîs û jêrxanên aborî yên Herêma Kurdistanê, armankirina rasterast a xelkê Kurdistanê ye û bi ti awayî nayê qebûlkirin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî derbarê êrîşa ser Kor Morê de daxuyaniyek belav kir û ew êrîş bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniya xwe de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji Bexdayê dike ku sînorekî ji wan êrîşan re deyne û nehêle ew êrîş dubare bibin. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Em daxwaz ji hikûmeta Federal dikin, rêkarên pêwîst pêk bîne ji bo danîna sînorekê û rêgirtin ji dubarebûna van êrîşên terorîstî, armanca wan êrîşan jî ku ev çend carin dubare dibin têkdana ewlehî û aramiya hemû Iraq û geşedana aborî ya Herêma Kurdistanê ye.”

Parlamentoya Kurdistanê jî êrîş şermezar kir û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku “pabendbûna xwe bi hevahengiya li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir bike” û valahiya ewlekariyê ya li wan navçeyan tije bikin.

Parlamentoya Kurdistanê tekez dike ku erkê hikûmeta Iraqê ye, “bilez bikerên êrîşê desteser bike û wan rûbirûyî yasayê bike û hemû tedbîran jî werbigre daku êrîşên bi vî awayî dubare nebin.”

Qada gazê ya Kor Morê qadeke stratejîk a berhemanîna gaza xwezayî li Herêma Kurdistanê ye û dikeve navçeya Çemçemalê ya parêzgeha Silêmaniyê.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin