Herêma Kurdistanê betlaneya fermî ragihand

Herêma Kurdistanê betlaneya fermî ragihand

.

A+A-

Ji roja Şemiyê 25.12.2021ê ve betlaneya sersala nû li hemû sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest pê dike.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya cejnên sersala nû, dewama fermî ya li hemû sazî û dezgehên hikûmetê ji bo heyamê heftiyekê rawestand.

Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ji roja Şemiyê 25.12.2021ê ve betlaneya sersala nû li hemû sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di nava wan saziyên perwerde û hîndekariyê dest pê dike û heta roja Şemiyê 1/1/2022an berdewam dike.

Diyar kir jî, dewama fermî hemû sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê, roja Yekşemê 02/01/2022an dest pê dike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin