Hereketa Azadi, PAK, PDK, PSK bo bîranîna Şex Seid daxuyaniyeke hevpar belav kir

Hereketa Azadi, PAK, PDK, PSK bo bîranîna Şex Seid daxuyaniyeke hevpar belav kir

Hereketa Azadi, PAK, PDK, û PSK, bi hilkefta 93emîn salvegera dardakirina Şêx Seîdê Nemir û hevalên wî daxuyaniyeke hevpar belav kir. Di daxuyaniyê de bangî rêxistinên sivîl hate kirin ku bo eşkerekirina gora wî bi hev re bixebitin.

A+A-

Hereketa Azadî, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Platforma Demokratên Kurd (PDK) û Partiya Sosyalîstên Kurdistanê (PSK) bi hilkefta 93emîn dardakirina Şêx Seîdê Nemir û hevalên wî daxuyaniyeke hevbeş belav kir.

 

Di daxuyaniyê de wisa hate gotin:

"Em Şêx Seîd û Hevalên Wî Bi Giramî Bi Bîr Tînin

93 sal li ser darvekirina Serokê Tevgera Netewî ya sala 1925an Şêx Seîdê Nemir û 47 hevalên wî yên welatparêz û têkoşer derbas bû. Şêx Seîd û hevalên xwe di roja 29ê Hezîrana 1925an de hatin darvekirin.

Lê belê li paş evqas salan, pirsa kurd li Bakurê Kurdistanê ne tenê nehatiye çareserkirin, her wiha aloztir bûye.

Ligel hinek guhertinên biçûk, siyaseta fermî ya Dewleta Tirkiyeyê, ku li ser înkar û asîmîlekirina pêkhateyên netewî û olî hatiye avakirin, her li cihê xwe maye.

Zimanê kurdî îro jî ne azad e, gelê kurd di welatê xwe de bêyî statuyeke siyasî û netewî dijî.

Dewleta Tirk îro jî wekî 93 sal berê pirsa kurd weke pirsa "rêgîr, çete û teror" nişan dide û siyaseta çareseriya tundûtûjiyê bi rê ve dibe û ji bona vê armancê Kurdistan kiriye serbazgeh û mîlîtarizm roj bi roj xurttir dibe.

Dewleta Tirk îro jî ne tenê li Bakurê Kurdistanê, her wusa li seranserê Kurdistanê li dijî azadiya gel e, gefan li perçeyên din ên Kurdistanê dixwe, êrîş dike ser wan.

Îro jî her wekî 93 sal berê welatparêzên kurd têne girtin û dadgehkirin.

Tirsa Dewleta Tirk ji gorên serok û şehîdên Kurdistanê her berdewam e û em îro jî nizanin qebrên pîroz ên Şêx Seîd û hevalên wî li ku ne.

Em weke partî û rêxistinên Kurdistanî di 93yemîn salvegera îdama Şêx Seîd û hevalên wî de careke din soz didin ku em ê rê û rêbaza wan bernedin; heta bi destxistina wan armancên netewî, yên ku her wisa Şêx Seîdê Pîranî û hevalên xwe û bi dehan hezar şehîdên Kurdistanê di rêya wê de canê xwe feda kirine, em ê kar û xebata xwe bidomînin.

Em weke partî û rêxistinên Kurdistanî careke din bangî Dewleta Tirkiyeyê dikin, ku şûna gorên Şêx Seîd û hevalên wî eşkere bike.

Em di 93 saliya şehadeta wan de Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bibîr tînin.

Bi wesîleya vê roja dîrokî, em bangî partî û rêxistinên siyasî, dezgehên sivîl û komeleyên demokratîk dikin, ku ji bona eşkerekirina gorên Şêx Seîd û hevalên wî em bi hev re kar û xebatê bikin."

29.06.2018

Hereketa Azadi, PAK, PDK, PSK

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin