Hereketa Azadî, PAK, PDK-Bakur, PSK Êrîşa li ser Efrînê protesto kirin

Hereketa Azadî, PAK, PDK-Bakur, PSK Êrîşa li ser Efrînê protesto kirin

Roja 23.01.2018an li Amedê li Teşkîlata PSKyê ya Amedê Hereketa Azadî, PAK, PDK-Bakur, PSK bi daxuyanîyeke çapemenîyê Êrîşa li ser Efrînê protesto kirin.

A+A-

Berpirsê Siyasî yê Hereketa Azadî Sıtki Zilan, Endamê Komîteya Birêveberiya Navendî ya PAKê Vahit Aba, Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak, Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek û gelek endam û rêvebirin partiyan, rewşenbîr û siyasetvan beşdarî daxuyaniya çapemenî bûn.

Serokê Giştî yê PSKyê Daxuyaniya hevbeş ya bi Kurdî xwend. Pirsên rojnamevanan jî ji aliyê Sertaç Bûcak û Vahit Aba ve hatin bersivandin.

Deqê daxuyaniyê ev e:

 

"Ji Bona Çapemenî û Bîrûrayê Giştî

Îro roja çaran e, Tirkiyê ligel Orduya Azad a Suriyê dest bi operasyona leşkerî kiriye. Nuçeyên, ku di medyayê da têne belav kirinê, nişan didin, ku Ji ber operasyona leşkeriyê hanê gelek kes hatine kuştin û birîndar bûn.

 

Şer li hemu deran dibe sedema kareseta mirovî, wêrankarî, aloziya siyasî û jihev ketin û durketina beşên civakî. Bê guman di Efrînê da wê wisa be.

 

Jihingê va, ku dewleta Tirk, derheqa pirsa Kurd da vegeriya siyaseta tundûtijiyê, daxwazên Kurdan yên azadî û demokrasiyê li seranserî Kurdistanê, li ser xwe xeter dihesibîne. Dewleta Tirk bi vê têgihiştina xwe ve, ligel Îran û Iraq hevkarî çêkir û piştgiriya leşkerê Iraq û Heşdî Şabî kir, ku Kerkukê dagir bikin.

 

Tirkiyê her bi vêtêgihiştinê va, dij e ku Kurdan li Suriye xudanê statuyek bin. Dixwaze nişan bide, ku statuyaKurdan li Suriyê, xeter e li ser asayişa netewiya Tirkiyê. Pêşîlgirtina ava kirina “korîdoraKurd” wekî hincet bona operasyona Efrinê nişan dide. Lê belê navçeyên, ku wekî “korîdoraKurdî” tê bi nav kirinê, bihezaran sal e, ku ya Kurdan e.

 

Wekî li Tirkiyêû perçeyên dinê, mafêKurdên Suriyê jî hene, ku welatê xwe birêva bibin û li welatê xwe bi azad bijin. Ligel vê yêkê daxwazên azadî û wekhevî yen Kurdan rewa û meşru ne û ji bona cigîr bûna aramî û azadî li navçeyê Rojhilata Navîn pêwîst e werin cî be cî kirinê. Ji ber vê yêkê daxwaza statuyek a Kurdên Suriyê ne xeter e li ser Tirkiyê.

 

Diyar e, operasyona leşkeriya Tirkiyê a Efrînê, xîzmeta çareser kirina pirsên Suriyê nake, berovajî dibe sedema aloztir bûna pirsgirêkan. Ligel vê yêkê, bûyer û qewmandinênraburdu, nişan didin ku operasyonên hanê çareser kirina pirsa Kurd li Tirkiyê hîn dijwartir dike.

 

Tirkiyê her çi zûtir divê operasyonên hanê, ku li ser aramiya xwe û navçe xeter e, bide sekinandinê.

 

Divê Tirkan, Kurdan û hemu azadîxwaz û aşitixwazan dengê xwe li dijî tund û tijiyê û şerê hanê bilind bikin.

 

Bîrûrayê cihanê, Yêkîtiya Milletan, Yêkîtiya Ewropa, NATO û Rêxistina Hevkariya Îslamî bona sekinandina serê hanêûçareser kirina pirsan bi şiweyê aşitî, divê dest bi kar bin.

 

Şer ne çareserî ye, alozî û neçareserî ye.

 

Divê pirsgirêkan, bi rêka diyalog û têgihiştina hevdu û aşitî were çareser kirinê.

 

Operasyonên leşkerî yên derwayê sinoran, pirsa Kurd li Tirkiyê çareser nake. Çareser kirin di nava Tirkiyê da ye.

 

Pirsa Kurd bi diyalog û giftugo, bi nasandina mafên netewî yên gelê Kurd, bi cîgîrtir kirina demokrasî ve tê çareser kirinê."

23.01.2018

Hareketa Azadî, PAK, PDK- Bakur, PSK

wêne-daxu-2.jpgwêne-daxu-3.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin