Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Her ku diçe tehlûka Haşdî Şabîi zêde dibe!

A+A-

Piştî jikestina DAİŞ, Nûrî El Malikî di her axivtina xwe de zimandirêjî kir û bi gefan xwest ku „Hêzên Pşmergan ji herêmên rizgarkirî derkeve û vekişe sîrorên berî DAİŞ." Xwestina Nûrî El Malikî, kîn û nefreta wî a li henber Kurd û Kurdistan bû. Ev xwestina Nûrî El malikî ku dibêje „divê Pêşmerge vegere sînorên xwe yên berî sala 2003"yan tê çi wateyê?

Serokatîya Herêma Kurdistan, Hukûmeta Herêma Kurdistan û Wezareta Pêşmergan beyan kirin ku : "Yê ku sînorê Kurdistanê diyar dike, Pêşmerge ye ne Malikî. Ji bo Malikî wiha baştir e ku dest ji wan siyasetan berde.!"

Îran di herêmê de her ku diçe bandora xwe zêde dike. Yek ji baskê zêdekirina vê bandore jî hêza Haşdî Şabî ye. İran, ji bona di herêmê de têkbirina USA; hin  kontrola xwe li ser  İraq û hin jî ji bona bisînorkirina dolivgerîya siyaseta Herêma Kurdistan tevdigere. Hewl dide xwe ku bandora xwe zêde bike pêşî li Kurdistan bigire. Di vî warî de Îran bi serete du hêzan eşkere bikar tîne.

Yek ji van hêzan Hizbil Dawa û serokê wê, serokwezîrê İraqê yê berê û Şîist Nûrî El Malikî ye. Ji bona Kurd û Kurdistan dosya Nûrî El Malikî ji serî heta binî li ser dijminatîya Kurdan hatîye amade kirin.

Piştî Dîktator Saddam, yekem car yê ku xwest bi qutkirina nifkê kurd û Kurdistan, bi tehdîda birçîbûnê kurdan terbîye bike Nûrî El Malikî bû. Para butçeya Kurdistan birî. Muçeyên karmend û Pêşmergan qut kir. Bingeha qeyran û alozîyên mezin ava kir û bêtifaqî xist nav hêzên siyasî yên Kurdan. Ev jî bû sebebek ji derxistina qeyranek siyasî.

Piştî ku li henber van kirinên Nûrî El Malikî Hukûmeta Herêma Kurdistan dest bi firotina petrola xwe kir, di qada navnetewî de xwest ku bazara firotina petrolê bi destê kurdan asteng bike. Di virde jî biser neket. Hinek hêzên kurdan dan derdora xwe û xwest ku ji vê hêlê de bandorekê li ser Kurdistan çêke. Mixabin Nûrî El Malikî peyayê Îran û dijraberekî bi kîn û nefret tevdigere li henber Kurd û Kurdistan.

Hinek ji siyasetmedarên Kerkûk û Silêmanî, ji bona berjewendîyên hizbî ev kesê ku bi kîn û nefret li kurd û Kurdistan dinêre, anîn nav Kerkuk, nav Silêmanî û nav Helepçe bi merasimên payelind pêşewazî lê kirin. Sirf ji bona ku astengan ji hukûmeta Herêmê re derxin! Ev helwest di bîra me de ne. Nehatine jibîr kirin.

Bi hatina êrîşên DAİŞ re Nûrî El Malikî rolekî din lîst:

Dema ku DAİŞ êrîş anî ser Şingal û Musul û Deşta Nînova, Nûrî El Malikî bi zanistî emir da artêşa İrak ku „şer nekin û bipaş de vekişin." 150 hezar leşkerê Artêşa İraq, çek û teqemenîyên xwe di cîh de ji DAİŞ re hiştin, şer nekirin û revîyan. Hemû çekên giran û modern ketin destê DAİŞ. Di vê kirinê de jî armancek Nûrî El Malikî ew bû ku ji terefê DAİŞ de Herêma Kurdistan bêt dagirkirin û wêran kirin..

Karesata vê êrîşa DAİŞ buha rûnişt li ser Kurdistan:

Kurdistan li ser dirêjahîya 1050 Km. Ket ênîya şerekî dijwar. Bi hezaran cangorî û bi 10 hezaran birîndar da. Kurdan pir mêrxasên xwe di vî şerî de cangorî kir. Kefareta vî şerî, nêzî 4 milliyon însan ji cîh û warên xwe aware bûn. Kurdistan mecbûr bû ku nêzî 2 miliyon penaber û awareyan bigire, bicîh bike û xwedî bike. Ev kulfetek giran bû.

Vî şerî enerjîyek mezin xwar. Lê Kurdistan serkevtinên mezin di vî şerî de bidest xist. Di qada navnetewî de cîhekî giranbuha bidest xist. Îro Başûrê Kurdistan bê ku serxwebûna xwe îlan bike, wek dewletek serbixwe têt pêşiwazî kirin. Ev bi xwîna cangorîyên kurdistan hat tomarkirin û di qada dîplomasî de jî serkevtinên mezin bidestxist. Hemû herêmên ku li gor madeya 140 li benda referandûmê bûn, yek bi yek rizgar kir û xist bin bandora pêşmergan. Ev herêm ji %40 xaka Başûrê Kurdistan bû ku îro ev jî ketîye bin ewlehîya Hêzên Kurdistan. Pişta DAİŞ jikest û DAİŞ di herêmê de têk çû. Ev serkevtin bi destê pêşmergan hatin tomarkirin.

Lê îro hêdî hêdî tehlûkên din derdikevin pêşberî Kurdistan. Ew jî hêzên Haşdî Şabî ne.

Çûn û hatinên dîplomatîk balê dikişînin ser Kurdistan. Giranîya siyaseta Herêma Kurdistan roj bi roj bêtir derdikeve holê. Ev jî tevdegerînên dijminên Kurdistan, hewdanên wan yên neyarî derdixe holê.

Kurdistan stêrkek teze û balkêşe di rojhilata naverast de. Di pejirandina konsepta xwe de serkevtî ye. Baldare û ev jî dijminên kurdan aciz dike. Ji ber wê jî hebûna Heşdî Şabîi dibe tehlike û roj bi roj jî ev tehlûke dîyar dibe. Niha tehdîda mezin yek jê Heşdî Şabîye li ser Kurdistan.

Firqeyek Haşdî Şabîi li derdorê Sadîye,  Diyala, Xaneqîn bicîh dibe. Her ku diçe bandora xwe li ser herêma Kerkûk zêde dike û dibe sebebê metirsîyan ji rûniştînerên herêmê re. Di herêmê de YNK xwedî hêze û heta niha li henber van tevgerên Haşdî Şabî bêdeng e. Di vî warî de Serokê hêza 70 Şêx Cafer Mistefa ku bi ser YNK ve girêdayî ye, hişyarî daye û dibêje:

„Ew deverên ku DAİŞ dagir kiribûn bi destê pêşmergan hatin rizgar kirin. Piştî ku bi destê Pêşmergan ev dever hatin rizgar kirin, niha Haşdî Şabîi tê van herêman û dixwaze li van deran bicîh bibe. Kerkûk, Xaneqîn û dûzxurmatû di bin tehlûkê de ne."

Ev hişyarîya Şêx Cafer Mistefa baldare ku Serokatîya Herêma Kurdistan, Hukûmeta Herêma Kurdistan û wezareta Pêşmergan tedbîrên xwe bistînin li henber vê hêzê. Ji ber ku ev hêz bi destê Îran û bi rêya Nûrî El Malikî hatîye damezirandin û armanca vê hêzê xurtkirina bandora Îran bi xwe ye li herêmê. Leşkerê Şîîstan e û bi serê xwe tehlûkeyek ji sebebên şerê mezheb ne.

Di herêmê de îran dixwaze giranîya bandora Kurdistan şikestinê bixwe. Ji ben wê jî hêzên ku bi Îran re têkildarin yek bi yek li henber hebûna Kurdistan bi Îran re têkildar tevdigerin. Herêma Kurdistan divê roj berî roj pirsgirêkên navxwe çareser bike û li henber van tehdîdan hewdanek yekpar deyne. 

 Ji bona serkevtinên proseya serxwebûna Kurdistan, divê amadekarîyên mezin li henber lîstik û hewlêh Îran û berdestkê wî Nûrî El Malikî û hêzên bi van dgijminên Kurd û Kurdistan re têkildarin pêk bên.

Li henber hêza Haşdî Şabî û tehlûkên hebûna wê li herêmê, divê helwestek tûn bêt danîn.

11.01.2017

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin