Her ji 3 ciwanan ciwanek dixwaze biçe ji derveyî Tirkiyeyê

Her ji 3 ciwanan ciwanek dixwaze biçe ji derveyî Tirkiyeyê

.

A+A-

Li gorî lêkolîna ku Komeleya Habîtatê kiriye, rêjeya kesên di sala 2017an de digotin “ez di jiyanê de bextewar im” ji sedî 71 bû lê di sala 2020an de ev rêje daketiye ji sedî 58an.

Komeleya Habîtatê, encamên lêkolîna xwe ya bi navê “Lêkolîna derbarê rewşa ciwanan li Tirkiyeyê” weşandiye.

Komeleyê ji bo lêkolîna xwe di navbera 2yê Çiriya Pêyiyê û 14ê Çiriya Paşiyê ya 2020an de, li 16 bajaran bi hezar û 230 ciwanên ku temenê wan di navbera 18 û 30î de ye hevdîtin kiriye.

Li gorî vê lêkolînê li gorî sala 2017an rêjeya ciwanên “di jiyanê de bextewer in” 13 pûanan kêm bûye.

Li gorî lêkolîna ku Komeleya Habîtatê kiriye, rêjeya kesên di sala 2017an de digotin “ez di jiyanê de bextewar im” ji sedî 71 bû lê di sala 2020an de ev rêje daketiye ji sedî 58an.

Rêjeya ciwanên ku gotine “ew ji bo siberojê bihêvî ne” li gorî sala 2017an kêm bûye û ji sedî 67an daketiye ji sedî 57an.

Ji ciwanan pirsî ne ku ew dixwazin di pêş de perwerdeya xwe li derveyî Tirkiyeyê dewam bikin an na. Ji sedî 21ê ciwanan gotine ew vê daxwazê dikin. Her weha ji bo pirsa ku gotiye tu dixwazî biçe li derveyî Tirkiyeyê, ji sedî 31ê ciwanan gotine erê, em dixwazin. Di encama vê lêkolînê de derketiye holê ku ciwan herî zêde dixwazin biçin Almanyayê.

De salên 2017 û 2019an de komên ku herî zêde bihêvî bûn xwendekar bûn (ji sedî 77 û ji sedî 64) lê di sala 2020an de koma ku herî zêde bihêvî ye xebatkar in. Herî zêde ciwanên ku li karî digerin bêhêvî ne.  

Li gorî encamên lêkolînê di dema koronavîrusê de pirsgirêka perwerdeyê ji mêran bêhtir li jinan kiriye.

Ji sedî 57ê jinên ciwan gotine wan nekariye bi awayekî bi rêk û pêk amadekariya wane û ezmûnan bikin. Her weha ji sedî 55an nekariye bi rêk û pêk bikevin dersên online.

Di nava mêran de rêjeya kesûn ku nekariye bi awayekî bi rêk û pêk li dersan û ezmûnan bixebitin ji sedî 52ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin