Her bijî kurdî û hemû zimanên cîhanê…

Her bijî kurdî û hemû zimanên cîhanê…

Divê ku mirov qîmet û rûmeta her zimanê cîhanê bigire û piştgirî bide kesên ku digirin; lewre ev yek ew aramî ye ku hêviyên civakan zindî dihêle.

A+A-

Daxuyaniya mamosteyên Kurd li jêr e

Li Çewlik, Amed, Mêrdîn, Agirî, Colemêrg, Sért, Wan, Stenbol û Şirnexê, 26 mamosteyên Zazakî û Kurmancî, di bin qadroya Wezareta Perwerdeya Neteweyî de, di polan de bi xwendekaran re tên bal hev. Li ser daxwaza Wezaretê, ji aliyê endamên hîndekariyê yên Zanîngeha Mêrdîn Artûklûyê ve, ji bo polên 5, 6 û 7an pirtûkên dersê hatin amadekirin. Wezaret, bi tenê ji bo pola 5. pirtûkên Zazakî û Kurmancî belav dike û sala bê divê ku pirtûkên polên din jî çap bike û vê yekê bi paş ve nexe. Her wiha pirtûka pola 8. hîn jî nehatiye çapkirin. 

Mamosteyên din xwediyê çi mafan bin, mamosteyên Zazakî û Kurmancî jî xwediyê heman mafan in û dixwazin ku van mafên xwe bi kar bînin û bi vî awayî lez û beziyê bidin asanbûna karê xwe. Wekî mînak, li Batmanê çawa ku di nav rojên hefteyê de tê dayin, di dawiya hefteyê de jî kursên gihandinê hatin destpêkirin û hîn jî didomin. Ji bo ku li Navendên Perwerdeya Gel dersên Zazakî û Kurmancî bên dayin, pêşniyaza modulê li Wezaretê hate kirin û her çi qas bi paş ve dixin jî hîn jî li benda erêkirinê ye. 

Xwendekar êdî li polê, li korîdorê, li jûra mamosten, li baxçeyê xwendingehê û li derveyê xwendingehê bi Kurmancî û Zazakî dikarin hestên xwe bînin ziman. Li hinek malan di nav malbatê de êdî sohbetên Kurmancî û Zazakî geç bûn û li hinek malan jî zarok daxwaz ji dê û bavan dikin ku bi Kurmancî û Zazakî biaxivin. Bi taybetî, ji aliyê axaftin û nivîsînê ve bikaranîn û bihêzbûna Zazakî ku di nav zaravzimanên nîvmirî de tê hesibandin, wêrekiyê dide. 

Bihayên kelûpelên alîkar ên dersan, ji bo xwendekarên ku aboriya wan ne baş e, zêde ne. Divê ku sazî û karsazên taybet bibin alîkar ku ev kelûpel bigihîjin ber destê xwendekaran. 

Li gorî hejmarên Wezaretê, sala çûyî -tevî xwendingehên taybet- xwendekarên ku dersên Kurmancî û Zazakî hilbijartibûn 26 hezar; îsal jî ev hejmar gihîşt 85 hezarî. Ev zêdebûna watedar, dê ber û bereketa xwe bi xwe re bîne; di salên pêş de bi saya vê yekê, dê hem mamosteyên kurdî zêdetir bên peywirdarkirin; hem bala xwendekarên ku namzetê zanîngehan in, bikişîne ser beşên lîsansê yên Kurdî û hem jî dê berê nivîskar û weşanxaneyan bide ser amadekirina kelûpelên alîkar ên dersê. Êdî ji Zazakî û Kurmancî “pereyê debarê” tê bidestxistin û ev yek, dê tevî malbatên xwendekaran, berê gelek aliyên civakê jî bikişîne ber bi xwe ve. 

Di serî de li ciyên wekî Stenbol, Edene, Mêrsîn, Îzmîr, Antalya, Bûrsa û Enqereyê, mamosteyên ku dikarin dersên Zazakî û Kurmancî bidin û vê yekê bi bawernameyên xwe bidin destnîşankirin, divê ku li bajar û bajarokan serî li Gerînendetiyên Perwerdeya Neteweyî bixin. Her wiha divê ku di destpêka serdemê de malbatên xwendekaran bên agahdarkirin da ku bi vê yekê perwerdeya Zazakî û Kurmancî her ku biçe bi pêş bikeve. 

Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Mêrdîn Artûklûyê di vê Hezîrana 2015an de; Beşa Ziman û Edebiyata Zazakî ya Zanîngeha Dêrsimê piştî salekê; li Zanîngeha Çewlikê, Beşa Ziman û Edebiyatên Rojhilat (Ziman û Edebiyata Kurdî, Ziman û Edebiyata Zazakî) û li Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Mûş Alparslanê jî ji vir û du sal şûn ve dê xwendekarên lîsansê cara yekem bawernameyên xwe bigirin û ev yek jî rengekî birêkûpêk û akademîk dide pêvajoyê. Zanîngeha Mêrdîn Artûklûyê, di wezîfedarkirina mamosteyên zimanê Kurdî yên îsal de, ji bo ku kontejanê bidin kesên ku ji lîsansê bawernema girtine, serî li Saziya Talim û Terbiyeyê ya Perwerdeya Neteweyî da. Ji îsal û şûn ve ji bo mamostetiya zimanê Kurdî, dê kesên ku ji lîsansê bawername girtine bêne peywirdarkirin, heke kêmasî bimîne dê ji kesên ku lîsansa bilind a bêtez qedandine jî bêne wezîfedarkirin. 

Her wiha Zanîngehên Mêrdîn Artûklû, Dêrsim, Mûş Alparslan, Çewlig û Wan Yuzuncu Yilê, xebatên xwe di qada lîsansa bilind de jî didomînin. Li Zanîngeha Enqereyê, li ser Zazakî û Kurmancî xebatên tezan hatin destpêkirin. Hemû xwendekarên Zanîngeha Mêrdîn Artûklûyê, zimanê Kurdî wekî dersa hilbijêr dibînin. Li Zanîngeha Dîcleyê, ji bo xwendekarên Fakulteya Îlahiyatê, dayina dersên Zazakî û Kurmancî jî gavekî girîng û di cî de ye. Her wiha xwendekarên zaningehê, wekî dersên hilhijêr dikarin Zazakî û Kurmancî jî ji xwe re bipejirînin. 

Li Zanîngehên Herran, Colemêrg û Dîcleyê, ji bo ku bernameyên lîsansa bilind ên bitez û bêtez bên vekirin, amadehî tê kirin. Ji destpêkê heta îro bi qasî 1500 xwendekarên lîsansa bilind, bawernamyên xwe wergirtine. Ji hejmarê zêdetir ê girîng ew e ku ew qas xwendekar di bin pîr û pergala xebatên akademîk de derbas bûne û li gorî zanyariyên ku girtine xebatên xwe didomînin. Beşên Ziman û Edebiyata Kurdî yên vebûne û yên ku plansaziya vebûna wan tê kirin, ji aliyê bingeha akademîk ve, saziyên wekî YÖK’ê (Saziya Hîndekariya Bilind) ku xwediyê erka erêkirinê ne, divê ku ji bo pêşveçûn û bihêzkirinê piştgirî bidin. Ji bo kesên ku dixwazin di zimanê Kurdî de bibin pispor, hîn jî du kêmasî û astengiyên bingehî hene.Yek jê tunebûna bernameya doktorayê ye, ya din jî ew e ku di Serokatiya Lijneyên Navzanîngehî de, hîn jî navê zimanê Kurdî neketiye lîsteya beşên doçentiyê. Ji ber vê yekê, ji bo kesên namzet ku dixwazin serî li doktora û doçentiyê bixin, divê ku di demeke kurt de û bi lezgînî ev her du kêmasî û astengî ji holê bên rakirin. 

Ji 2011an û vir ve gelek gavên girîng hatin avêtin; li akademî û xwendingehan, ji aliyê hîndekariyê ve, gelek pêşveçûn hatin bidestxistin û xebat hatin meşandin. Xwendekarên ku ji Fakulteyên Edebiyatê, dê bawernameyên xwe bigirin, ji bo pêşveçûnên Zazakî û Kurmancî yên ji aliyê zimanzanî, edebî û hîndekariyê ve, dê xwedî li vê yekê derkevin û ji bo avêtina hîm û asasên zexim ked bidin. Kesên ku lîsansê qedandine û karê wan Zazakî an jî Kurmancî ye, dê li her derê dinyayê bikaribin ji xwe re kar bibînin, vekolînan bikin. 

Li Tirkiyeyê kesên ku Kurmancî û Zazakî diaxivin, ji aliyê karîna mêjî ve jî dê bikaribin Tirkî di hişê xwe de bêjing bikin û ev yek jî dê hêza wan a têkiliyên civakê bi pêş ve bibe. Ev yek ne bi tenê ji aliyê têkiliyan ve, dê ji aliyê gelek kirariyên karîna mêjî ve jî kêrhatinên axaftvanan zêde bike. Bi gotineke din, hejmara zimanan a di hişê me de, dê di keşfa aramî û serkeftinê de, wekî dîtina riyên cuda derkeve meydanê. Em bihêzkirina zimanên xwe, hêzê bidin hişê xwe! 

Divê ku mirov qîmet û rûmeta her zimanê cîhanê bigire û piştgirî bide kesên ku digirin; lewre ev yek ew aramî ye ku hêviyên civakan zindî dihêle. 

Cejna We ya Ziman a 15ê Gulanê Pîroz Be. 

Prof. Dr. Hasan Çiftçi, Zanîngeha Çewlikê 
Doç. Dr. Abdurrahman Adak, Zanîngeha Mêrdîn Artûklûyê 
Yrd. Doç. Dr. Orhan Varol, Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê 
Yrd. Doç. Dr. Ercan Çağlayan, Zanîngeha Mûş Alparslanê 
Doç. Dr. Aziz Yağan, Zanîngeha Dîcleyê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin