Heqarî: Esnaf dikanên xwe girtin

Heqarî: Esnaf dikanên xwe girtin

Xelkê Heqarîyê û bi taybet jî esnaf li dijin ku Heqarî ji statuya wîleyetbûnê derkeve û bibe navçe.

A+A-

 

Xelkê Heqarîyê û bi taybet jî esnaf li dijin ku Heqarî ji statuya wîleyetbûnê derkeve û bibe navçe.

Esnaf Ahmed Onay dibêje, dîrokek e Heaqrîyê heye û bêyî ku ji xelkê bipirsin guhertineke weha neheqî ye.

Onay dibêje; Heqarî heta salên 90 debara xwe bi xwedîkirina heywanan dikir, piştî herêm bû herêmeka ewleyî hejmara heywanan ji du milyonan daket 600-700 hezarî  û aborî têk çû. Niha aborîya bajar li ser meaşên karmendên dewletê ne ku ew karmend bar bikin herin Geverê aborî bi temamî têk biçe û xelk dê maxdûr bibe û dê însanên bajêr bar bikin. Ev hesabekî xelet e. Temam Gever kare bibe wîlayet lê Heqerî jî divê nebe navçe. Ji bo xelk dengê xwe daye partîyekê divê ew nehê cezakirin.

Wek dihê zanîn, AKPê pêşnûmayek şandîye Meclîsa Mezin a Tirkiyê, ku ev pêşnûmaye bihê pejirandin; Heqarî û Şirnex ji wîlayetbûnê dikevin û li şûna wan dê Gever û Cizîr bibin wîlayet

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin