"Hemû neheqiyan ji xwe re dikin xem"

"Hemû neheqiyan ji xwe re dikin xem"

Ev zilma ku li van gelan hatine kirin ji hêla gelek beşên zanistî ve hatin veçirandin lê mixabin ji hêla beşa derûnnasiyê ve hîn lêkolîneke têra xwe nehatiye kirin û ev tehrîbat her alî ve nehatiye tespît kirin.

A+A-

Derunnasên Mezopotamya yê  Dibêjin; Em ji vir pê ve li ser  vê axê  li hemberî  her mirovî, hemû neheqiyan ji xwe re dikin xem. 

Beyana Derunnasên Mezopotamya yê

Di dîroka mirovahiyê de ew şerên ku heya niha qewimîne li ser xweza û civakê gelek tehrîbatên mezin kirine û ev tehrîbat îro hîn jî didome. Hatiye asteke  wisa êdî ji bo mirovahiyê bûye barekî giran.

Wekî tê zanîn ax a Mezopotamya yê axeke pîroz e û şaristaniyê li vir dest pê kiriye.

Cara yekem çandinî li vir çêbûye dan û standin û jiyana civakî li vir dest pê kiriye.

Ji ber vê yekê mixabin şerên herî mezin jî li ser vê axa qedîm çêbûne.

Ji bilî şer li ser vê axê pergala mêtingeriyê ango kapîtalîzm tiştên cûda yan tune dike yan jî  wekî meta digre dest û bi feraseta karkirinê nêzîk dibe. Bi vî rengî qîmeta wan jî kêm dike yan jî ji holê radîke.

Di serî de gelê kurd û hemû gelên ku li ser axa mezopotamyayê dijîn di encama van şeran û dagirkirinan an hatin înkarkirin an rastî pêkûtiyan hatin û ji nasnama xwe bûn an jî hatin qetilkirin.

Ev zilma ku li van gelan hatine kirin ji hêla gelek beşên zanistî ve hatin veçirandin lê mixabin ji hêla beşa derûnnasiyê ve hîn lêkolîneke têra xwe nehatiye kirin û ev tehrîbat her alî ve nehatiye tespît kirin.

Xebatên ku hatine kirin jî zêdetir bi feraseteke desthilatdarî hatiye kirin.

 Em wekî  derûnnasên  ku  li ser vê axa qedîm dijîn ji bo ku  bi perspektîfeke rexnegir encama texrîbata  şer û dagirkeriya li kurdistanê derxînin holê û texrîbata derûnî  derman bikin,hatin cem hev.

Ev nêzî 6 meh in, ji gelek bajaran derunnasên ku di vî warî de hessas in li ser navê Derunnasên Mezopotamyayê xebatên xwe dimeşînin.

Em feraseta derûnnasiyê ya ku pirsgirêkên civakê ji xwe re nake xem û bi awayeki elîtîst nêzîk dibe, qebûl nakin(napejirînin).

Çareserkirina pîrsgirêkên civakê ji xwe re dikin armanc.

Di vê çarçovê de em dixwazin derûnnasiyê bi kurdî ji nû ve bigrin dest û ji bo hemû gelên mezopotamyayê bikin zanisteke kêrhatî.

Em dixwazin manuplasyonên psîkolojîk ên ku lî hember gelê me tên kirin derxînin holê.

Em dixwazin travmayên ku di encama polîtîkayên şer û dagirkeriyê derketine holê,derman bikin û ji bo travmayên nû çênebin gelê xwe hişyar û agahdar bikin.

Di vî derbarî de bi saziyên me yên  din re xebateke hevpar  û kollektîf girîng dibînin û esas digrin

Em wekî  Derunnasên Mezopotamyayê ji vir pê ve li ser  vê axê   li hemberî  her mirovî, hemû neheqiyan ji xwe re dikin xem. 

Heya ku  ev neheqî û zilm ji holê rabin, ji bo jiyaneke polîtîk-ehlaqî  em ê bixebitin,tê bikoşin û ber xwe bidin  

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin