Hemmûdê DAIŞî hat kuştin

Hemmûdê DAIŞî hat kuştin

Çekdarê DAIŞê yê bi navê Ebdulselam Hamed Hemmûdê ku li gor gotinê “waliyê” Bexdayê yê wê rêxistinê ye, li parêzgeha Enbarê hat kuştin.

A+A-

Çekdarê DAIŞê yê bi navê Ebdulselam Hamed Hemmûdê ku li gor gotinê “waliyê” Bexdayê yê wê rêxistinê ye, li parêzgeha Enbarê hat kuştin.

 

Heşda Şeibî ragihand ku hêzên girêdayî wan  Ebdulselam Hamed Hemmûd ê ku  “waliyê Bexdayê yê DAIŞ ye” kuşt.

 

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Hemmûd beriya ku xwe biteqîne, alîkarê wî 6 parêzvanên wî hatin girtin, piştî lêpirsînan li gor agahiyên hatin bidestxistin di nav kesên kuştî de Hemmûd hat naskirin.

 

Term bo navenda Fermandariya Operasyonên Hevpar a Artêşa Iraqê hatin şandin, lê derbarê Hemmûd de hêj ti daxuyaniyeke fermî nehat dayîn.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin