Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt!

A+A-

 

Di civîna grupa partîya xwe da serokkomarê Tirk R. Tayyip Erdogan, bi dengekî bilid û bi xwe bawer weha dibêje; “hemd ji Xweda ra me hezar kes kujt (şikir ji Xweda ra, an elhamdullîlah…..)” û parlementer û serdanvanên ku locayên jûra grupê dagirtine bi çoşek bilind jê ra tezahürat dikirin.

Çend rojan berê jî, di civîna TÜGVA (Weqfa Ciwanîya Tirkîyê)yê da ameje bi Sûreya Zûmerê 71 ya Kur’anê dikir û weha digot, “Hemd ji Xweda ra me karê 800 teroristî qedand, îla ceheneme zûmera. Me jî nêzikî 20, bi qasî 25 şehîdên me hene…. ”

Ev gotinan ne ji kesekî li şemaqan têt bihîstin, serokkomarê welatekî weha dibêje. 

Seddam Husên jî xwe spart ayeta Kur’anê û bi qazên jehrî êrişî Kurdan kir, herweha DAİŞê jî di qetla Kurdan da xwe dispart hinek ayetên Kur’an û kevneşopîya Îslamê û kujtina Kurdan rewa didît.

Bawerim bala we jî dikşîne, ku êrişkar, kujêr xwe dispêrên ayetên Kur’an û kevneşopîya Îslamê, qaşo qetla Kurdan caîz e, xespa mal û milkê wana, zar û zêçên wana jî “helal” in!

Di êrêşên berê û yên li ser Efrînê da jî behsa kujtina law û keçen Kurd têt kirin, ku wana wekî terörist bi navdikin, bê guman di nava parlementer, serdanvan û ciwanan da kesên Kurd jî hene, lê bona wana ne xem e.

Belê serokkomarek bi kujtina mirovan pesna xwe dide û palementer jê ra li çepikan dêxin, tabloyekî weha ku mirovan matmayî dike tenê li Tirkîyê têt dîtin.

35 salan berê General Kenan Evren jî biwate gotinek weha kiribû û li dijî rexneyên darvekirinên dema derbeya 80î da gotibû, “gelo em darvenekin, ma xwedî bikin?” û pênce kes bidarvekiribûn, ji ber bicûk bû salên yekî ji wana hatibû mezinkirin û paşê hatibû bidarve kirin.

Kenan Evren pêşengê derbeya eskerî ya 12 êlûna sala 1980an bû, piştê derbeyê, di sala 82an da makezagona nû bi berbijarîya Kenan Evren ya serokkomariyê bi hevra ketibû ber dengdanê û ew bûbû serokkomarê Tirkîyê,

Jexin hinek welatên Amerikaya Latînî ku bi salan di bin rejîmin faşist da nalîyan, ez ne bawerim li welatekî din mirov şahide wêneyek weha bibe.

Ev tablo di heman demê da nêşita harbûnekê ye, weha dixuye ku Tirkîyê rotaya xwe wenda kirîye, ew bi lezgînî berve kendalekî dajo, ne dûr e ku tûşî karesatekê bêt.

Ev hovitî kevneşopîyek e, di darvekirina Şeyît Riza û lawê wî Husên da jî weha kirin, salên Seyît Riza 74 bûn daxistin 54an, salên Husên jî 17 bûn kirin 21 û li ber çavên Seyît Riza lawî Husên bidarvekirin.

Tiştê balkêş, kesê ku di dadgehê da bûbû şahit ku salên Seyît Riza hatibûn bicûk kirin, ji wî bicûktir bû.

Nifşên me bi vebêja êş û kederên weha mezin bûn, weha dixuye ku nifşê îro jî dê bi hêrs û nifrîna li dijî êriş û hovitîya îro mezin bibe. 

Encama êrişa li ser Efrînê, ger bisernekefe weha zanibin ku ev dawîya desthilata R. Tayyip Erdogan e, bi gotinek din bi êrişa li ser Êfrînê Erdogan him paşeroja xwe û him jî ya Tirkîyê kir bin nedîyariyekê.

Her tişt di navbera qencî û xerabiyê da dûbeş dibe, mirov dikane rindî û qenciyê jî hilbijêre, lê xerabiyê jî.

Gellek “lîderên” welatan hene, di dîrokê da gellek mînak hene hin paşeroja xwe tarî kirine û him jî ya welat û hemwetiyên xwe.

Îro li Efrînê sûcekî mirovîhiyê têt kirin, li Efrînê ne şerekî navxweyî hebû û nejî bêaramîyek civakî, lê Tirkîyê bi êrişa xwe aramîya herêmê xera kir: Kesên sivîl tên kujtin, hêj dûh 16 şervan hatin binax kirin, gelo kî dê hesabê kujtin û vê xerabiyê bide?

Serokwezîrê Tirk dibêje, “Em li dijî ti welatan şer nakin. Li Suriyê şer tine ye. Tenê têkoşîna li dijî teröre heye. 62 dewletên hevpeyman, Rusya, Îran û Tirkîyê têkoşîna li dijî teröre ye…..Şîrovekirina bûyerê bi awakî din bêwate ye. Ger dewletek din li dijî me biryara şer bide, em xwe nadin paş…”

Serokwezîrê Tirk weha dibêje, lê Ristina Neteweyên Yekgirtî (RNY)ê wekî wî nafikire û dereng be jî, jê deng derket û ev banga şer rawestandinê dike.

RNY jî xerabîya li Efrînê dît û êrişa Tirkîyê têkoşînek li dijî teröre nabîne, banga rawestandina şer dike.

Divê Dewleta Tirk fam bike ku bi kuştinê Kurd naqedin, herweha dev ji mafên xwe jî bernadin.

******

Îro roja Zimanê Dayîkê ye, bila pîroz be. Bê guman, ziman stûna netewe ye, dema ziman wenda bibe netewe jî wenda dibe. Ne tene netewe, herweha çand, dîrok, folklor û peywendiyên civakî jî wenda dibin.

Ez bang li kesên Kurd dikim, bi Kurdî biaxifin, peywendiyên xwe bi Kurdî pêk bînin, taybetî kesên dinivîsin û dixwînin bila bi Kurdî be. Ger em bixwazin zimanê xwe li ber mirinê azad bikin, divê em bi zimanê Kurdî binivîsin û bixwînin. Di heman deme da helwestek weha têkoşînek li dijî asimîlasyonê ye. Bila ji bîra me neçe, Zimanê Kurdî zimanekî dewlemend e, bi zimanên Ewrupî va di heman grupê da ye, kesên ku bi baş Kurdî dizanin, hînbûna wana zimanên Ewrupî hêsantir dibe.

Carek din roja zimanê dayikê pîroz be.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin