"Helwêsta tund a Tirkiye li hemberî Kurdistanê nayê pejirandin"

"Helwêsta tund a Tirkiye li hemberî Kurdistanê nayê pejirandin"

Partiyên Kurdistanî bi daxûyaniyek hevbeş, di konferansek rojnamevanî de êrîşên Heşda Şabî bi alîkariya Iraq û Îranê rûreş kirin

A+A-
Partiyên Kurdistanî bi daxûyaniyek hevbeş, di konferansek rojnamevanî de êrîşên Heşda Şabî bi alîkariya Iraq û Îranê rûreş kirin

Partiyên Kurdistanî - PAK, PSK, ÖSP, Tevgera Azadi û PDK-Bakur bi daxûyaniyek hevbeş, di konferansek rojnamevanî de êrîşên Heşda Şabî bi alîkariya Iraq û Îranê rûreş kirin. Herweha helwêsta Tirkiye di vê proseyê bi tundî protesto kirin.

Daxûyanî bi zimanên Kurdî û Tirkî hate xwendin. Kurdiya daxûyaniyê ji alî Serokê PDK-Bakur Sertaç Bucak, Tirkiya wê jî ji alî cîgirê Serokê PAKê Kasim Ergun ve hate pêşkeşkirin.

Di ragihandina xwe de Partiyên Kurdistanî diyarkirin, “di pêvajoya referendûma serxwebûna Kurdistanê ya aştiyane û piştî wê de Tirkiye ligel Îran û Iraqê cîh girt, dijî daxwazên rewa yên Kurdistanê rawestiya û ev yek dijberiya dostaniya ligel Kurdan e, ev ne siyasetek rast e û dive bê guhertin. Kurdistan tu caran ji bo Tirkiye nebû metirsî. Ji ber vê yekê helwêsta tund a Tirkiye hemberî Kurdistanê nayê pejirandin. Ev yek Kurdan li Tirkiye jî gelek dilgiran dike, dive neyê jibîrkirin Kurd li Tirkiye û Iraqê bra û pismamên hev in. Em bangewaziya Tirkiye dikin, bi aramî û zanyar tevbigere, hêvîdar in Tirkiye van siyasetên xwe ji çav derbas bike û helwêsta xwe ya îroyîn terk bike”.

Diyarkirin, Bi siyaseta xwe ya îroyîn Enqere, herweha Waşîngton piştgirî dan siyaseta mezhebî ya êrîşkar a Îranê û bêdengiya Amerika hemberê êrîşêb Heşda Şabî jî hate protesto kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin