Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Helwest û fikira rasyonel

A+A-

Ji roja ewil va, bona sîstema seroktîyê du argûmentên Partîya Dadwerî û Geşepêdanê (AKP) hene; yek ji vana, “hikûmetên koalîsyonî pirsgirêkên Tirkîyê çareser nekirin, berevajî pirsgirêk xetertir û mezintir kirin”; du, “di rêveberiyê da du erkdarî, ango dabeşkirina erkê di navbera du kesan da, di navbera serokwezîr û serokkomar da dubendî, bêaramiyê diafirîne!”

Heta îro, rayedarên AKPê bona herdu argûmentan jî ti mînakên pêbawerkirî nişan nedan, bo mînak li ser kîjan mijarê di navbera serokwezîr û serokkomar da dubendî qiwemî?

Dîsa, herweha bona rêveberiyên koalisyonî jî angaştên AKPê ne di cî da ne, ji ber ku berî dethilata wê rast e, li Tirkîyê koalîsyonek hebû, lê du partîyên serekê yên wan rojan, ANAP û DYP belav dibûn, ketibûn ber erozyonekî siyasî, çareserkirina pirsgirêkan raserê eskeran hatibû kirin, bo mînak pirsgirêka bakurê Kurdistan’ê, ango pirgirêk ne ji ber hebûna koalisyonê berevajî tinebûna vîna çareserîyê bêçareserîbûn.

Heçku, ji roja ewil va aşkere bû ku di dewra seroktîya R.Tayyip Erdogan da nêşita koalîsyona AKP û MHP heye, di nava hikûmeta nû da MHP dê cî bigre û cigirekî serok jî dê MHPî be, dibetîyek gellekî bilind e ku ev jî serokêgiştîyê vê partiye be.

Di hela din da MHP partîyekî mîsyonî ye, eger li Tirkîyê alozîyek kûr rû nede, rewş serobinî hev nebe, ne pêkan e ev partî bibe desthilat, lê îro di bin seroktîya Erdogan da ev dibe şirêkê desthilatê.

Tenê dimîne pirsek, carek din MHP dê di parlementê da çawa cî bigre?

Ev bi benda hilbijartinê va pabend e, eger bend dakeve 5% çima nebe!

Weha dixuye, ku di navbera her du partîyan da, piştê pesendkirina guhertinên makezagonê, hinek guhertina zagonên din jî dê bikevin rojeva parlementê, bo mînak zagona hilbijartinê û zagona partîyan.

Li ser van mijaran jî herdu partîyan lihev kirine!

Heta dewra duyem dê weha here, paşê…...?

Gotin ev e, ku herdu argûmentên AKPê jî ne di cîyê xwe da ne.

Ya raste ev e, ku serokkomar R. Tayyp Erdogan sîstema seroktîyê dixwaze, dixwaze bi kadiroyê xwe, bi bîrdozîya xwe bibe serok, her biryar, her gav bi ya wî bên avêtin, herweha dixwaze ji kontrola parlementê derkeve, bi serê xwe biryara bistîne, tekane bibe serwerê Tirkîyê.

Gelo ewê di bercewendiyên Tirkîyê da be an na, emê piştê demekê bibînin.

Çima dibêjim, “emê bibînin”, ji ber ku di guhertinê da hinek hêl nedîyar in, dikane gavên gelekî xirab jî bên avêtin, herweha dikane bi hinek biryaran asteng jî bên rakirin!

Ango, biryar dikeve destê rêveberê, bi erkdarîyek gellekî fireh, ewqas jî xeter têt areste kirin.

Gotinek heye, “her tiştê rind, her biryarê rind bi mirovên qenç nabin, carina bi mirovên ne qenc, di encama biryarên ne qenc da jî rewşek erênî diqewime!”

Belê, carina di encama pêvejoyekî gellekî xerab da, herweha di encama şerekî gellekî xwînawî da jî aramî û aştî rû dide, pêgehekî (statü) nû dest pê dike, bo mînak operasyona Iraq’ê.

Me Kurdan her ji pêgeha îro kişand, rast e Kurd ne rêxistinîbûn, lê pêgeha îro, sîstema îro, wekî em îro jî dibinin, herdem li ber civatê û tevgera siyasî bi şowenîzm xwe kelem e.

Rastîyek heye, ku ti rêxistinên Kurd, ti partîyên Kurd û Kurdistanî ji pêgeha îro ne razî ne, ji ber ku sîstema kemalîst, ew pêgeha şowenîst sed sal e ku rêxistin û daxwazên gelê Kurd tengav dike.

Ez ne bawerim, kesên ku vê erastîyê zanin dê bi guhertina pêgeha îro nîgeran bin.

Bêşik, berî herkesi divê em hesabê wê bikin ku pêgeha tê bona me çiqas biderfet e, dikane derfetên nû rû bidin, ango dê sûdmend bibe?

Ji îro va ne pêkan e, mirov beje belê, lê ya xerab têt guhertin, sîstema kemalîst gellekî lawaz dibe, dilewit e.

Pêgeha li Rojhelata Navîn û ya li Tirkîyê li dijî neteweya Kurd hat damezrandin, hilweşandina wê bi xwe ra derfetekê tîne, encam bidestxistin dikeve stûyê Tevgera Siyasî. 

 

Baş e, rewş weha ye, lê Kurd dê çawa helwest bigrin, biryara “ERÊ” an “NA” bidin?

Bi bawerîya min, berî “ERÊ” an “NA”yê  yekpareya, yekrêzîya rêxistinên bakurê Kurdistan’ê û herweha piştevanîya bi giştî siyaseta Kurdistanî girîng e.

Eger emê helwesta “ERÊ” bigrin, an emê helwesta “NA” bigrin divê bi biryarek hevpar û navendî bibe.

Em divê ne îro, an jî tenê di barê rapirsîna guhertinên makezagonê da bifikirin, devi me projeksîyonek dûr û dirêj hebe, ango em divê li ser stratejîyek demek dirêj bifikirin.

Bêguman rastîyek heye, ew jî eger Kurd yekrêzî û yekdengîya xwe bi têkoşînek siyasî bona mafên demokratîk û neteweyî pêk bînin, vê helwesta xwe di rapirsîna makezagonê da li rayagiştî aşkere bikin, bihevra biryara “ERÊ”, “NA” an “BOYKOT”ê bigrin, ev dê di salên ayinde da destê Tevgera Siyasî bihêz bike, siyasetek weha dê serketî bibe.

Rast e, dirûşm û gotinên qelaw her dem xweş in, kelecanîya mirov bilind dike, lê divê em rasyonel bifikirin.

 

19.01.2017/Dusseldorf

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin