Helîkoptereka Fransa ket – 13 serbaz tê de mirin

Helîkoptereka Fransa ket – 13 serbaz tê de mirin

Helîkoptereka serbazî ya Fransa li welatê Malî ket, 13 serbazên Fransa mirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokê Fransa, Emmanuel Macron ragihandîye, helîkoptereka serbazî ya Fransa li Malî û di dema operasîyonê de li dijî îslamîstên Ensarudîn ket.

Macron daye zanîn, di wê rûdanê de 13 serbazên Fransa can dan.

Heta niha nayê zanîn ew helîkopter ji alîyê çekdarên îslamî ve hatîye xistin yan jî bi xwe ketîye.

Ev heft sal in Fransa li dijî çekdarên rêxistina îslamî ya radîkal ya bi navê Ensarudîn li bakûrê Malî, ku welatekî Efrîqî ye, operasîyonan dike.

Rêxistina îslamî ya Ensarudîn, ku beşek ji rêxistina El Qaîdê ye, dixwaze li Malî hikûmetek mîna ya Taliban li Efxanistanê ava bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin