Hekem Xelo: Şam xwarin û derman û sotemeniyê li ser Efrînê qut dike

Hekem Xelo: Şam xwarin û derman û sotemeniyê li ser Efrînê qut dike

.

A+A-

Endamê Encûmena Rûsipiyên Herêma Cizîrê Hekem Xelo ragihand, rêjîma Sûriyê li şûna xwedî li koçberên Efrînê derkeve, xwarin, derman û sotemenî ji ser wan qut dike.

Li ser aloziyên di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û hêzên asayişê de li Qamişlo û Hesekê de derketine, Endamê Encûmena Rûsipiyên Herêma Cizîrê Hekem Xelo beşdarî bultena Kurdistan24ê bû û ragihand: “Aloziyên derketine ji encama dorpêça ku rêjîma Sûriyê daniye ser koçberên Efrînê li herêma Şehbayê û taxa Şêx Meqsûd e. Rêjîma Sûriyê li şûna xwedî li koçberan derkeve, xwarin, derman û sotemenî ji ser wan qut kirine. Li hember vê kiryara rêjîma Sûriyê, Rêveberiya Xweser neçar bû ku dorpêçê bixe ser çargoşeyên ewlehiyê yên rêjîma Sûriyê li Qamişlo û Hesekê.

Xelo diyar kir: “Rêjîma Sûriyê hîn jî dixwaze aloziyê çêbike û dibe ku sibe kesên sivîl derxîne xwepêşandinê û wan bide pêş, ji bo şerekî navxweyî di navbera kurd û ereban de rû bide. Ji bo rêgirtina li vê yekê, hêzên asayişê daxuyanî da û dorpêça li ser sivîlên li ser herêmên rêjîmê rakir.” 

Herwiha Xelo amaje bi wê da, Rûsya wek navbênkar dixwaze lihevhatinekê çêbike. Lê heta niha lihevhatina giştî çênebûye. Dibe ku di demjimêrên bê de, lihevhatineke giştî çêbibe û ev alozî nemîne.

Xelo got: “Ji dema hatina Partiya Beis li ser desthilata Sûriyê, her tim li ser derxistina fitneyê di navbera kurd û ereban û Misilman û Kirîstiyanan de lîstiye. Derxistina van aloziyan di vê demê ji ber hin armancan e, yekem rêjîm dixwaze fişarê li Rêveberiya Xweser bike, ji bo sindoqên hilbijarina Serokatiya Sûriyê li herêmê wê bêne danîn.”

Li ser armanca din jî Hekem Xelo got: “Herêma Rêveberiya Xweser dewlemend e, ji sedî 25 ji xakê û ji sedî 80 ji dahatên çandinî û petrolê di destê Rêveberiya Xweser de ye, rêjîm jî dixwaze vê rêveberiyê hilweşîne û vê herêmê vegerîne bin kontrola xwe.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin