Hejmara qurbaniyên teqîna kana madenê ya Bartinê gihîşt 41 kesan

Hejmara qurbaniyên teqîna kana madenê ya Bartinê gihîşt 41 kesan

.

A+A-

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, hejmara karkerên ku di teqîna kana madenê ya Bartinê de canê xwe ji dest dane, gihîşt 41 kesan.

Beriya daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, di teqîna kana madenê ya Bartinê de 40 kesan canê xwe ji dest dan.

Suleyman Soylu li cihê bûyerê daxuyaniyeke çapemeniyê da û ragihand, di encama teqîna kana madenê ya Bartinê de 40 kesan canê xwe ji dest dan û got: “11 birîndarên me li nexweşxaneyan in. Ji 6 birîndar li Nexweşxaneya Bajêr a Çam û Sakura ne, 3 li Nexweşxaneya Dewletê ya Bartinê û 2 jî li nexweşxaneyên taybet in. Birîndarek jî ji nexweşxaneyê bo malê hat veguhestin.”

Soylu got: “Me hêvî dikir em vê daxuyaniyê bêyî ku qurbanî hebin bidin. Lê belê di xebatên ku ji wê demê ve hatin kirin de seferberiyeke mezin di binê erdê de 350 metreyan û kedeke mezin ji aliyê hemû hevalan ve hate kirin. Serê sibê di demjimêr 07:30an piştî daxuyaniya 26 şehîdên me yên ku bi şev belav kir, 14 şehîdên din jî tevlê bûn. Yanî 40 şehîdên me hene.”

Herwiha eşkere kir: “Derbarê yek ji karkerên me de nezelaliyek heye. Nasnameyên 40 karkerên me yên madenê hatin diyarkirin. Piştî demekê em ê nasnameya 14 karkerên madenê yên mayî jî bi raya giştî re parve bikin.”

Li parêzgeha Bartin a Tirkiyê duh înê 14ê Cotmeha 2022yan di demjimêr 18:15 xulekan de, di kana madenê de di kûrahiya 300 metreyan de teqînek pêk hat.

Serdozgeriya Komarî ya Bartinê jî bi daxuyaniyekê ragihandiye: “Derbarê teqîna kana madenê ya Amasrayê de ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Bartinê ve lêpirsîn hat destpêkirin. Ji bo lêpirsîna bûyerê 3 dozger hatin erkdarkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin