Hejmara Pirtûkxaneyên li Tirkiyeyê

Hejmara Pirtûkxaneyên li Tirkiyeyê

Saziya îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstîkên li ser pirtûkxaneyên li Tirkiyeyê eşkere kir. Li gor TUÎK’ê di sala 2018’a de 31 hezar û 451 pirtûkxane hene.

A+A-


Saziya îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstîkên li ser pirtûkxaneyên li Tirkiyeyê eşkere kir. Li gor TUÎK’ê di sala 2018’a de 31 hezar û 451 pirtûkxane hene.

Di nav vê hejmarê de yek pirtûkxaneya neteweyî, 1162 pirtûkxaneyên gel, 29 hezar û 690 pirtûkxaneyên saziyên perwerdehiyê (di nav van de pirtûkxaneyên dibistanên fermî, dibistanên taybet û qursên taybet hene) hene.

Yê Pirtûkxaneya Neteweyî 23 hezar û 747 endamên wê hene. Yê pirtûkxaneyên gel 2 mîlyon û 840 hezar û 504 endam, yê pirtûkxaneyên zanîngehan jî 3 mîlyon û 912 hezar û 306 endamên wê hene.

Par hejmara pirtûkên li Pirtûkxaneya Neteweyî mîlyonek û 463 hezar û 488 heb bûne. Materyalên din din ên li vê pirtûkxaneyê sedî 7 zêde bûne û gihîştine 197 hezar û 216 hebî.

Hejmara kesên sûde ji Pirtûkxaneya Neteweyî girtine par li gor salek berî wê sedî 0,6 zêde bûne. 

Hejmara pirtûkxaneyên gel li gor salek berê sedî 1,4 zêde bûye û gihîştüiye 1162 lê di wanê hejmara pirtûkan de sedî 0,1 kêmbûn çêbûye.
/diyarname/

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin