Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona Nêzî 60 Mîlyonî Dibe

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona Nêzî 60 Mîlyonî Dibe

.

A+A-

Hejmara pêketîyên vîrusa korona 59 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 59,004,131 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 12,3 mîlyon e. Li dû Amerîka, bi 9,1 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi pirtir ji 6 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,393,736 kesan jîyanên xw ji dest dane. Amerîka bi 257,274 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 169,183 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 92,189 kes bi vîrusa korona ketine û 4,742 kes bi wê mirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin