Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 73 Mîlyonan Derbaz Kir

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 73 Mîlyonan Derbaz Kir

.

A+A-

Hejmara pêketîyên vîrusa korona 73 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 73,253728 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 16,6 mîlyon e. Li dû Amerîka, bi 9,9 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 6,9 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,630,211 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 302,294 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 181,835 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 94,525 kes bi vîrusa korona ketine û 4,756 kes bi wê mirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin