Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 72 Mîlyon Derbaz Kir

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 72 Mîlyon Derbaz Kir

.

A+A-

Hejmara pêketîyên vîrusa korona 72 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 72,253,804 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 16 mîlyon e. Li dû Amerîka bi nêzî 10 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi nêzî 7 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,612,367 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 299,168 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 181,402 mirinan Brezîlya tê.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 94,328 kes bi vîrusa korona ketine û 4,751 kes bi wê mirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin